ENQERE – Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê daxuyand ku ew li pişt belavoka “Şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye” ya TTB’ê ne û xwest rêveberên TTB’ê bên berdan.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê binçavkirina endamên Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ên ji ber belovaka “Şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye” belavkirin hatin binçavkirin şermezar kir. ÎHD’ê civîn li avahiya şaxa xwe li dar xist û rêvberên saziyê beşdar bûn.
Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Hulya Mendillioglu xwend û destnîşan kir ku armanca bijîşken a bingehîn ew e ku jiyanê biparêzin û ji ber vê yekê jî daxuyaniya TTB’ê li gorî rêgezên pîşeyî ye. Mendîllîoglu da zanîn ku mafê jiyanê mafê herî bingehîn e û got: “Ji ber daxuyaniya da TTB hedef hatiye girtin. Navenda TTB’ê, mal û odeyên bijîşkan lêgerîn pêk hatin û wan binçav kirine. Hin hekîm ji kar hatin dûrxistin. Binçavkirina rêveberên TTB’ê nayê qebûlkirin. Em wek parêzvanê mafê mirovan li pişt daxuyaniya TTB’ê ne û divê bijîşk bên berdan.”
Mendîllîoglu jî daxuyaniya TTB’ê dubar xwend.