COLEMÊRG - Girtî Metîn Erdem ê 4 roj berê ji Girtîgeha Tîpa F a Xerpêtê derxistin û îdîa kirin ku dibin Stenbolê agahî jê nayê girtin. Malbata Erdem diyar kirin ku ji rêveberiya girtigehê agahiyan nastînin û ji jiyana kurê xwe bi fikar in.
Xwendekarê pola 4'an ê Beşa Wêjeyê yê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Metin Erdem ku li girtîgeha tîpa F a Xerpêtê girtî bû, hat îdîakirin ku polisan 4 roj berê bi hinceta "îfadeya te heye" ew ji girtîgehê derxistine û birine Stenbolê. Malbata Erdem ku bi riya parêzerekî agahî stendin, ji rêveberiya girtîgehê aganî nastînin. Bavê Metin Erdem Sabri Erdem, diyar kir ku agahiya ku kurê wan birine Stenbolê stendin û wiha got: "Tevî vê agahiyê me hêj rewşa kurê xwe teyît nekiriye. Em ji jiyana kurê xwe bi fikar in. Kurê me hêj li midûriyeta polîsan a Stenbolê ye ango li cihekî din e en nizanin. Rêveberiya girtîgehê bi tu awayî agahî nade me. Em ji jiyana kurê xwe bi fikar in. Em bang li parazvanên mafên mirovan û hemû kesên bi hestiyar dikin û dxwazin li dijî vê yekê bi hestiyar tev bigerin.
Xwendekarê Beşa Wêjeyê yê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Metîn Erdem 2 sal berê li Mûşê hatibû gritin. 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê" girtibû. Erdem piştre şandibûn Girtîgeha Tîpa F a Xerpêtê. 2 meh berê dadgeha bilind doz xera kiribû. Doza Erdem dê di 15'ê sibatê de li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê ji nûve bê dîtin.