AMED - Ajansa JIN NEWS’ê di nava 20 rojan de cara 7’an hate astengkirin. Ozgurlukçu Demokrasî jî cara 52'emîn asteng kirin.
Ajansa Nûçeyan a Jin JINNEWS ku di 25'ê îlona 2017'an de dest bi weşanê kir, malpera wê ya internetê bi hinceta nûçeyên Efrînê cara 7'emîn hat astengkirin. Saziya Ragihandin û Teknolojiya Agahiyan (BTK) der barê malpera web'ê ya JINNEWS'ê de bi dîroka 02'ê Sibata 2018'an hêjmara zagona ve 5651'an a biryara “31/01/2018 dîrok û biryara hêjmar 490.05.01.2018.-48330'an malpera înternetê ya (jinnews6.com.tr) biryara astengkirinê da.
Berê jî Jinnews di 24'ê Çile de bi hinceta nûçeya MİT'ê weşandiye hatibû astengkirin. JIN NEWS heta niha 7 caran hat astengkirin. Ji niha û şûnde dê li ser malpera xwe ya nû weşanê bike bi aktîvkirina eyarên VPN mirov malperê bişopîne.
OZGURLUKÇU DEMOKRASÎ CARA 52'EMÎN HAT GIRTIN
BTK'ê, di mijara “tedbîra îdarî" de rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî cara 52'emîn asteng kir. Malpera rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bi hinceta "Tedbîra îdarî" cara 52'emîn asteng kir. BTK'ê bi dîroka 02'ê Sibata 2018'an û biryara zagona hêjmar 490.05.01.2018.-48329 biryara girtinê daye. Malpera Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî di meha Çile de ji www.ozgurlukcudemokrasi44 heta ozgurlukcudemokrasi52.com bi giştî 9 caran ji aliyê BTK'ê ve hat asteng kirin.