EFRÎN- Efrîniyan bersiv da îdiayên 'YPG wan bi darê zorê li Efrînê digirin û kirine mertal' û gotin: “Kes bi darê zorê me nagire. Ev der welatê me ye. Yên me diparêzin jî zarokên me ne. Em li ser karê xwe ne û di nav seferberiyê de ne.”
Li Efrînê 15 roj in bênavber êrîşên hewayî û bejahiyê dewam dike. Li gel vê yekê jî gelê Efrînê bi tedbîrên girtiye jiyana xwe ya asayî didomîne. Tirkiye û hin hêzên navnetewî îdiayên mîna “YPG gel wek mertala bikar tîne û derketina wan a ji bajêr asteng dike” dibêjin. Berevajî vê yêkê gelên Efrînê diyar dikin ku ew ê axa xwe ne terikînin û bi hêzên xwe yên parastinê re mil bi mil dê jiyana xwe bidomînin.
'QSD EM IN Û ZAROKÊN ME NE’
Omer Hesen (38) ê tamîra wesayîtan dike bersiv da van îdiayan û got: “Bi rojan e Tirkiye bênavber me bombebaran dike. Tirkiye û komên girêdayî wê, li hember QSD’ê têk diçe. Li ser vê ew jî sivîlan dikin hedef. Jin û zarokan dikujin. Qadên sivîlan bombebaran dikin. QSD em in, zarokên me ne û me diparêzin.”
'DEST BI DEREWAN KIRINE’
Hesen destnîşan kir ku serî li hemû rêbazên şer ên derunî didin û wiha domand: “Niha jî dibêjin, ‘YPG/YPJ gel bi zorê digire.’ Kes me li vê dere bi darê zorê desteser nagire. Ev der axa me ye û mala me ye. Em li vir li ser karê xwe ne. Weka hûn dibînin ez bi hempîşeyên xwe re dixebitim. Bila kes baweriyê bi wan nûçeyan û agahiyan neyne. Kesî me bi zorê ne biriye û me bi darê zorê jî li vir nagire. Em bi şoreşê re li ser piya man û ji wê rojê heta niha jiyana me dewam dike.”
'GEL BI HEV RE SEKINÎNE’
Esnafê ereb Dibas Mihemed ê 50 sal berê ji Helebê koçî Efrînê kiriye jî da zanîn ku li Efrînê bi kurdan re jiyanek ji xwe re ava kirine û got: “Jiyana me rojane dewam dike. Tekane bajarê Sûriyê yê şer û hilweşînê ne dîtiye ev der e. Kanton bi ewle ye. Niha hêzên dagirker dixwazin vî bajarî jî hilweşînin. Kes liv ê derê me bi zorê nagire. Em li hember vê dagirkeriyê û hilweşandinê disekinin. Ji bilî vê tu rojeveka me tune ye. Gelên Efrînê li cem hêzên xwe parastinê ye. Em hêvîdar in dê me ji vê belayê xelas bikin. Kes nikare nêzîkatiya gelên Efrînê bikişîne cihek dinê.”
'KESÎ ME BI ZORÊ NEGIRTIYE, EM SEEFERBER BÛNE’
Dermansaz Hekîm Elî jî anî ziman ku li gel hemû êrîşan jî kargeha xwe negirtiye û wiha axivî: “Niha dema piştgiriyê ye. Îdiayên wek ‘me bi zorê girtine’ derew e. Berevajî van îdiayan em di nav serferberiyê de ne. Me dest daye destê hev. Em li bajara xwe ne û li ser piya ne. Em ji her tiştê re amade ne. Heta yek dermanek li vê kargehê hebe, ez ê derê xwe qefle nekim. Çawa me dest ji Kobanê berneda, em ê dest ji Efrînê jî bernedin. Em deyndarê Arîn Mîrkan in. Her deverê Efrînê warê Arîn Mîrkan e. Em dixwazin tevahiya dinyayê ji me agahdar be.”
MA / Nazim Daştan