STENBOL/AMED - Malperên ajansan yên li dijî deklerasyona medya ya Serokwezîr Bînalî Yildirim rastiyan dinivîsin her roj tên asteng kirin. Yek ji van malperên ajansan jî JINNEWS e. Edîtora JINNEWS'ê Rojda Korkmaz, diyar kir ku ji ber ew heqîqetê dinivîsin piştî operasyona Efrînê malpera wan 7 caran hat girtin û wiha got: "Em bi şîara nivîsandina heqîqetê dinivîsin. Em bi van astengiyan gavan paşve navêjin."
Serokwezîr Binali Yildirim, piştî operasyona TSK'ê ya di 20'ê Çile de li ser Efrînê da destpêkirin, bi nûnerên medya hawiz re civîn pêk anî û bi deklerasyona ji 15 xalan pêk dihat ferman da wan. Medya ku nûnerê wan tev li civînê bûn êdî çav û guhê xwe ji gelek rastiyan re girtin. Tenê daxuyaniyên hikûmetê û TSK'ê wekî nûçe derbas kirin. Lê ajans û rojnameyên ku rastî nivîsandin jî li ser hev hatin astengkirin. Yek ji van ajansên nûçeyan JINNEWS e. Malpera Ajansa Nûçeyan a Jin (JINNEWS) piştî şerê li ser Efrînê heta niha 7 caran ji aliyê BTK'ê ve hat astengkirin. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî jî 6 caran hat asteng kirin. Têkildarî astengiyên li ser malperan Edîtora JINNEWS'ê Rojda Korkmaz û Edîtorê înternetê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi Înan Kizilkaya, astengiyên li ser malperan nirxandin.
EM DÊ BI PÊNÛSA JINÊ NIVÎSANDINA HEQÎQETÊ BIDOMÎNIN
Edîtora JINNEWS'Ê Rojda Korkmaz, diyar kir ku destpêkê ji ber ku nûçeya der barê endamên MÎT'ê yên hatin girtin û hat diyar kirin ku plansazên komkujiya Parîsê ne weşandin malpera wan hat girti nû wiha got: "BTK'ê tu hincet nîşan neda û malpera me girt. Di daxuyaniya KCK'ê de îtîrafên endamên MÎT'ê yên aşkere hebûn. Ji ber ku me ev îtîraf weşandi kirin sedema girtinê. Ji ber nexwestin deşifre bibin û ji deşîfrebûnê tirsiyan malpera me girtin. Ji ber ku ditirsin rastiyê ji gel re bêjin. Ji rastiya xwe ditirsin. Bi awayekî aşkere xwestin em nûçe rakin. Lê me nûçeya xwe ranekir. Ji ber ku em li pişt nûçeya xwe ne. Nûçeyên ku em ne li pişt wan bin em nakin nûçe."
‘RASTÎ ZÛ DERENG DERDIKEVIN HOLÊ'
Korkmaz, anî ziman ku 15 rojin li Efrînê êrîşek heye û wiha got: "Di van êrîşan de pir mirov tên kuştin. Komkujiyên mezin hene. Sivîl û zarok tên qetilkirin. Civaka Tirkiye û cîhanê ji vê yekê bê agahî ye. Ji ber ku medya Tirkiye rastiyan berovajî dike û ser wan digire. Her roj bi dehan sivîl di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest didin. Lê em vê yekê di medya Tirkiye de nabînin. Em yên nayên dîtin didin xuyakirin û yên nayên bihîstin didin bihîstin. Ji ber ku em heqîqet û rastiyê bi raya giştî re parve dikin malperên me digirin. Lê tevî hemû astengiyan em dê rastiyan her dem binivîsin."
Korkmaz, anî ziman ku ew kevneşopiya çameniya ku ji têkoşîn û rastiya wê bawer dikin didomînin û wiha got: "Rastî zû dereng derdikevin holê. Em îro bi riya Jinnewsê rastiyan bi raya giştî re parve dikin. Her çend em bên astengkirin jî em dê weşana xwe berdewam bikin. Ger ku em dîsa bên astengkirin hewce be em dê di bin navekî din de rastiyan binivîsin."
‘HEQÎQETA ME NIVÎSANDINA RASTIYAN E'
Korkmaz, destnîşan kir ku yek ji amûrên şer çapemeniyî ye û wiha got: "Yên şer diparêzin çapemeniyê li gorî xwe araste dikin û rastiyan ji cîhanê vedişêrin. Lê xwe dixapînin. Yên şer dimeşînin medya jî dikin amûra şer. Bi riya medya şer kûr dikin. Em li dervê wî hawizê medya ne. Em li dijî meda Qesrê tev digerin û em heqîqetê dinivîsin. Em wekî çapemeniya azad a kurd wekî hemû rêxistinên demokratîk dibin hedef. Ji ber ku em heqiqetê dinivîsin."
‘YÊN HEWLDANA DAGIRKERİYÊ TEŞÎR DIKIN DIBIN HEDEFA ÊRÎŞAN'
Editorê malpera înternetê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Înan Kizilkaya jî diyar kir ku yekem car li dijî Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriye aşkere êrîşa dagirkeriyê heye û wiha got: "Piştî dagirkeriya li dijî Efrînê dest pê kir, Serokwezîr Binalî Yildirim hemû rojnameger kom kirin û fermana dê çawa bi memorandumê nûçeyan çêkin nivîsand. Dewlet kesên vê dagirkeriyê red dikin û teşîh dikin û dagirkeriyê ji bo aştiya navxweşî wekû talûke dibînin dike hedefa xwe. Em jî ji vê yekê para xwe digirin. Piştî êrişa li dijî Efrînê dest pê kir malpera me 6 caran hat astengkirin. Saziya Ragihandina Teknolojiya Agahiyan (BTK) der barê malpera me de biryara girtinê dide."
‘ROJNAMEGER JÎ WEKÎ PERÇEYEKÎ DAGIRKERIYÊ TEV DIGERIN'
Kizilkaya, anî zaman ku rojnameger îro wekî perçeyekî dagirkeriyê û bi fermanê tev digerin û wiha got: “Berê Ragip Dûran pênaseya 'Medya bi apolet' kiribû. Niha Medya bi apolet hîn bêtir pêşve çûye. Raste rast bûne perçeyekî vê dagirkeriyê. Weki ku hemû civak vê dagirkeriyê erê dikin didin nîşan. Rastiyan berovajî dike û agahiyên şolî li civakê belav dike. Civakê şaş agahdar dike û dibe sedem ku şaş tev bigere. Piraniya rojnamegeran perçeyê dagirkeriyê ye. Ji ber ku hikûmet dizane ev dagirkerî ne rewa ye, ji bo dagirkeriyê rewa bide nîşan çapemeniyê jî dike hevkarê xwe. Lê êdî rastî nayê veşartin. Sivîl tên kuştin. Ev êrîş di qada navneteweyî de ne rewa ye. Em ji bo rûmeta pîşeya xwe biparêzin em rastiyan dinivîsin û li dijî şer derdikevin. Ji ber em bi xeta xwe ya li dijî şer weşanê dikin malperên me tên girtin."
‘EM DÊ BERPIRSIYARIYA CIVAKÊ PÊK BÎNIN'
Kizilkaya, anî ziman ku êrîşa li ser Efrinê aştiya gelên tirkiye, kedkar û bindestan birîn dike û wiha wiha bi dawî kir: “Li dijî hemû kesên li hemberi şer û dagirkeriyê disekinin êrîşek dane destpêkirin. Yên îtîraz dikin û dengê xwe bilind dikin û rojnamegeriya rast dikin rastî êrîşê tên. Lê erk û rêgeza rojnamegeriyê çiye em dê wê bikin em dê li dijî dagirkeriyê derkevin û xeta aştiyê biparêzin. Em dê berpirsiyariya xwe ya li hemberî civakê pêk bînin. Em dê kevneşopiya xwe ya Çapemeniya Azad berdewam bikin. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, nûnertiya dengê dijber dike. Em dê li dijî polîtikayên hiekûmetê yên dixwazin çapemeniyê bêdeng bike dengê xwe bêtir bilind bikin."