EFRÎN – Tirkiye bi “destûr” êrîşî ser Efrînê dike. Rûsya dixwaze bi veguhastina komên oldar ji Helebê bikişîne Idlibê û kurdan bi hev bide şikandin. Esad jî Tirkiyeyê nîşandan dide û li pey wê yekê ye ku li bajêr alayê daliqîne. DYA û koalisyon bêdengiya xwe diparêz in. QSD jî hemû mafê xwe yên parastina rewa bi kar tîne û dê hemû bendewarî û ahengan ji nû ve diyar bike.
Tirkiye bi “destûra” hêzên navnetewî êrîşî ser Kantona Efrînê ya Bakrrê Sûriyeyê dike. Şer xwe gihand ast û serdemek nû. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî DAIŞ’ê li ber xwe da û ji tevahiya cîhanê re bû mînak û hêvî. QSD’ê herî dawî Reqayê ji DAIŞ’ê paqij kir û bi ser ket. Rizgarkirina Reqayê ya ji aliyê QSD'ê ve li Sûriyeyê ji nû ve ahengên heyî bi xwe re anî û ava kir. Vê rewşê têgihiştina şerê Sûriyêyê gav bi gav ber bi dawî ve tê afirand. Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê sinyalên dê şer dirêj dewam bike da.
EWIL HELEB
Rûsya di serî de li Helebê û dixwaze li herêmê hêza xwe berfireh bike û ji bo komên Tirkiye, Erebîstana Suudî û Katar û gelek welatên din destek didin wan tasfiye bike serî li rêbazên cuda da. Rûsya pêngava xwe ya herî mezin xwest li mezintirîn bajarê Sûriyeyê Helebê çê bike û komên Tirkiye destek dide wan û di nav de ku El Qaîde jî heye ji vir biguhezîne.
Rûsya bi gotina “Babê bigire û Helebê bide” ji aliyekî pêşiya ku Tirkiye bikeve Babê vekir û li aliyê din jî hemû komên li Helebê li Idlibê kom kir û ev yek pêk anî. Rûsya hem ji xwe re hem jî ji rejîmê re qadek mezin temîn kir.
IDLÎB Û EFRÎN
Rûsya bêyî ku windahiyekê bide destkeftiyên mezin bi dest xist. Niha jî dixwaze heman senaryoyê li ser Idlibê jî bixe dewrê. Ji bo vê yekê dixwaze hemû komên oldar û radîkal li Idlibê kom bike û bi destên hêzên Bakurê Sûriyeyê paqij bike. Ji vê plangeriyê jî aşkere dibe ku Rûsya li pey vê yekê ye.
Tirkiye jî van koman li Idlibê kom kir û xwest di bin navê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) de bîne ba hev û ketiye derdê bi destê van koman destkeftiyên kurdan beralî bike. Bi lîstika Rûsyayê, komên wek Ehrar El-Şam, Liva El Semerkant, Feylek El-Şam, Îstaqam Keme Emert, Ceyş El-Nuxbe, Sultan Suleyman Şah, Skor El-Cebel, Ehret El-Şerkiye, Ceyş El-Ehfat, Tala El-Nasir, Liva Muhammed El-Fatîh, Liva El-Muntasir Bîle û Cephet Şamiye ji Helebê derbixe û li Efrînê li dijî kurdan bi kar bîne û bi hev bide şikandin.
RÊBAZ: EFRÎNÊ BIGIRE, IDLÎBÊ BIDE
Rûsya wek rêbaza li Helebê pêk anî niha jî dixwaze rêbaza “Efrînê bigire û Idlibê bide” bi kar tîne û bi vê rêbazê balafira duyemîn a mezintirîn a Sûriyeyê Ebû Duhur ji xwe re girt. Her wiha ji hewayê ve li çolterên Hama, Humus û Idlibê destek da hêzên rejîmê û daxwaza wan a pêşketinê dewam dike.
Li aliyê din roja êrîşên li dijî Efrînê dest pê kir, Rûsya û Tirkiye di bin Derya Reş de dê gaza Rûs derbixin piyasê. Rûsya û Tirkiye “Projeya Xeta Gaza Xwezayî ya Herikîna Tirk” îmze kirin. Erêkirina vê projeye ya ku buhayê wê 19 milyar dolar e, di roja êrîşên li dijî Efrînê de pêk anîn.
REJÎM DIXWAZE BIKEVE EFRÎNÊ
Rejîma Sûriyeyê jî dixwaze êrîşên Tirkiyeyê ji xwe re bike firsend û ketiye pey qadê ji xwe re li Efrînê qezenc bike. Rûsya rêbazek wiha dişopîne û di fikra ku dê carek din ji nû ve ala rejîmê li Efrînê li ba bibe. Lê ev rêbaz rastî berxwedana awarte ya QSD’ê hat. Navê “Berxwedana Serdemê” li vê yekê kirin û di çarçoveya xeta parastina rewa de li ber xwe didin. Ji niha ve vê berxwedanê hêvî û bendewariyên navnetewî û hêzên heremî vala derxistiye.
Her diçe çalakiyên ku parastina QSD’ê xûrt dike pêl bi pêl belav û mezin dibin.
NÊZÎKATIYA DYA'YÊ
Ji roja êrîşên li dijî Efrînê dest pê kirin û şûn ve DYA bi daxuyaniyên “hayjixwe” tiştên diqewimin dişopîne û niha jî di nav ahenga polîtîkaya tercîhê de ye. Heta niha jî hêzên Koalîsyonê helwestek micid nîşan nedane.
QSD bi seferberî li dijî her cûre êrîşan li ber xwe dide û Efrînê diparêze, bi potansiyela dê hemû ahengên li herêmê biguherîne tev digere û çav li serê ne ku dê hemû bendewarî û ahengan ji nû ve diyar bike.
MA / Nazim Daştan