ENQERE - Dozgeriyê çend meh berê biryara "neşopandinê û îadekirina amûrên teknîkî yên hatibûn desteserkirin" da, lê serdozgeriya ku di dema xwe de îtirazî biryarê nekir piştî çend mehan şûn de ji bo biryar betal bibe mutalaa amade kir û li gor vê mutalaayê biryar hat betalkirin.
Di demên dawî de saziyên huqûqê biryarên ku guh nadin biryarên hevdu didin. Biryareke din jî li van biryaran zêde bû. Bûyer di Îlona 2017'an de qewimî. Li Enqereyê di operasyonekê de 13 kes hatin binçavkirin û piştî binçavkirineke 4 rojan hatin berdan. Dozgeriya ku lêpirsîn bi rê ve dibir, paşê ji van 13 kesan der barê 4'an jê de doz vekir û ji bo 9 kesên din jî biryara "neşopandin û nelêpirsîn"ê da.
PIŞTÎ ÇEND MEHAN ŞÛN DE SERDOZGER ŞIYAR BÛ
Paşê dozgerî biryara îadekirina amûrên teknîkî yên hatibûn desteserkirin jî da. Biryar di 19'ê Cotmeha 2017'an de hat dayîn. Lê belê Serdozgeriya Komarê di dema xwe ya qanûnî de îtirazî vê biryarê nekir. Paşê ev biryara ji aliyê Buroya Dabeşkirinê ya Dadgehên Cezayî ya Enqereyê ji Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 4'emîn re hat şandin. Ahmet Kayayê ku der barê wî de biryara neşopandinê û îadekirina amûrên wî yên dîjîtal hat dayîn, serî li dadgehê da, lê belê bi biryareke ku heta niha nehatiye dayîn re rû bi rû ma. Di biryara ku ji bo Kaya hat teblîxkirin de, hat diyarkirin ku her çi qas biryara neşopandinê û îadekirina materyalên dîjîtal hatibe dayîn jî, di nazara huqûqê de tu teqeziyeke vê biryarê tune ye û ji bo delîlên nû biryara demboriyê hatiye rakirin û biryara hatiye dayîn hatiye redkirin.
BIRYARA KU BIRYARÊ LI VALAHIYÊ DERXIST
Li gor prosedurê, dema dozgerî biryara "neşopandinê û nelêpirsînê" da, dema Serdozgeriya Komarê bixwaze îtirazî vê biryarê bike, divê di dema ku li gor qanûnê hatiye diyarkirin de îtiraz bike. Lê belê îtiraz bi vî awayî pêk nehatiye û Serdozgeriya Komarê biryara hatiye dayîn red dike. Her wiha dadgehê jî heman biryar da.
Huqûqnasan vê biryarê wek biryareke skandal nirxand û gotin sepandineke bi vî awayî tune ye.