*TOKAMER ku ji bo di warê taciza zayendî û şidetê ya li dijî jinan hayjêxwebûnê li jinan peyda bike hat avakirin, gelek xebatên gîrîng kirin. Gerînendeya TOKAMER'ê Zeynep banû Dalaman diyar kir ku ew perwerdehiya di warê taciz û êrîşên zayendî de didin û di vî warî de ji xwendekaran re diyar dikin ka mafên wan çi ne.
* Malperên ajansan yên li dijî deklerasyona medya ya Serokwezîr Bînalî Yildirim rastiyan dinivîsin her roj tên asteng kirin. Yek ji van malperên ajansan jî JINNEWS e. Edîtora JINNEWS'ê Rojda Korkmaz, diyar kir ku ji ber ew heqîqetê dinivîsin piştî operasyona Efrînê malpera wan 5 caran hat girtin û wiha got: "Em bi şîara nivîsandina heqîqetê dinivîsin. Em bi van astengiyan gavan paşve navêjin."
*Malbatên ku serdana xizmên xwe yên li Girtîgeha Tîpa T a Îskenedûrnê kirin, diyar kirin ku gardiyanan ji wan re gotiye "Axaftina bi kurdî qedexe ye". Lê belê girtîgehê ev yek qebûl nekir.
* Penaberên sûriyeyî yên di konên serobero û şert û mercên nebaş de dijîn, keda wan tê xwarin û cihê ku konên xwe lê vedane jî bi pera ye. Her wiha zarokên wan jî ji bo bi zimanê xwe bên perwerdekirin hewl didin.
*Dozgeriyê çend meh berê biryara "neşopandinê û îadekirina amûrên teknîkî yên hatibûn desteserkirin" da, lê belê serdozgeriya ku di dema xwe de îtirazî biryarê nekir piştî çend mehan şûn de ji bo biryar betal bibe mutalaa amade kir û li gor vê mutalaayê biryar hat betalkirin.
*Girtiyê bi nexweşîna epîlepsiyê ketibû Selamî Keleş ê li ser hemû hewldanan dest bi tedawiya wî hat kirin, nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê çê bike. Malbatê xwest Keleş bê berdan.
*Tirkiye bi “destûr” êrîşî ser Efrînê dike. Rûsya dixwaze bi veguhastina komên oldar ji Helebê bikişîne Idlibê û kurdan bi hev bide şikandin. Esad jî Tirkiyeyê nîşandan dide û li pey wê yekê ye ku li bajêr alayê daliqîne. DYA û koalisyon bêdengiya xwe diparêz in. QSD jî hemû mafê xwe yên parastina rewa bi kar tîne û dê hemû bendewarî û ahengan ji nû ve diyar bike.
*Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Durmuş, diyar kir ku Serokwezîr Yildirim berî êrîşên li ser Efrînê bi patronên rojname û medyaya mezin re li hev civiyan û wiha got: “Dixwazin li Tirkiyeyê rojnamegertiyek yek tîpî avabikin.”
* Geşedanên têkildarî binçavkirina Endamên Konseya NAvendî ya TTB'ê dê bên şopandin.
* Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya kongreya Asayî ya Mezin dê konferansa navendî pêk bînin. (10.00)
* CHP dê 36'emîn Kongreya Mezin a Asayî li Salona Sporê ya Enqereyê pêk bê. (10.00)
* Dayiken Şemiyê dê di hefteya 671'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Faîl diyar in, winda li ku ne" berdewam bike. (12.00)
* Xizmên windayan û şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin di hefteya 469'an de çalakiya xwe li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam bikin. ( 12:00 )
* Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê dê têkildarî geşedanên siyasî li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê dê di hefteya 418'an de çalakiya ji bo windayan û nexweşên girtî li ber avahiya Serokwezîriyê berdewam bike. (13.00)
* Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz dê li salona Baroya Stenbolê ya Bakirkoyê Kongreya xwe pêk bînin. (13.00)
* Komîsyona girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya "Rûniştina F" pêk bîne. (13.30)
* Xebatkarên TV10 bi armanca televîzyona wan bê vekirin dê di hefteya 70'an de li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk bînin. (14.00)
* Odeya Endezyarên Derdorê ya Stenbolê dê têkildarî Projeya Kanal İstanbulê li ber avahiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Îzmirê dê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyaniyê bide çapemeniyê. (15.00)