ÎZMÎR –Gerînendeyê Weşana Giştî yê ÎzGazeteyê Umît Kartal, ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî yên der barê êrîşên li ser Efrînê de hat binçavkirin.
Gerînendeyê Weşana Giştî yê rojnameya herêmî ÎzGazete ya li Îzmîrê li ser şnternetê weşanê dike Umît Kartal, ji ber di hesabê xwe yê medyaya civakî de parvekirinên derî şer kirin hat binçavkirin. Hat ragihandin ku piştî Kartal hatiye binçavkirin ew birin malê û mala wî sehî kirine. Piştî lêgerîna li malê telefona Kartal hat desteserkirin û ew birin Muduriyeta Şaxa TEM'ê ya li Çankayayê.
Parêzer Dîlek Guzel, diyar kir ku ji ber rojnamevan Umît Kartal 'Operasyona Efrînê ya Tirkiyeyê' wek 'dagirkeriyê' wesifandiye hatiye binçavkirin. Guzel bi lêv kir ku der barê dosyeyê de biryara sînordarkirinê hatiye dayîn û ji bo Kartal dema binçavkirinê 7 roj e.