STENBOL - Seroka ESP'ê ya Setnbolê Pinar Turk ku 6 roj berê di avêtina ser malê de hatibû binçavkirin, hevpeyvîna wê ya der barê êrîşa li ser Efrînê wek hincet hat nîşandan û hat girtin.
Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî 6 roj berê polîsan avêtibû ser mala Seroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Stenbolê Pinar Turk û ew binçav kiribûn. Turk piştî 6 rojên binçavkirinê yên li Emniyeta Vatanê, îro li Edliyeya Çaglayanê îfadeya wê hat girtin. Parêzerên Platforma Huqûqê ya Bindestan daxuyandin ku Turk ji ber hevpeyvîna xwe ya der barê êrîşên li ser Efrînê de hatiye girtin.