ENQERE – Rêveberên TTB’ê Prof. Dr. Sînan Adiyaman, Dr. Ayfer Horasan û Dr. Şeyhmûs Gokalp piştî lêpirsînê bi "şertê kontrola adlî" hatin berdan.
Rêveberên Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) bi boneya li ser Efrînê daxuyaniyek bi navê “Şer pirsgirekeke tenduristiyê ya gel e” parve kiribûn, hatibûn binçavkirin. Heta niha yên îfadeyên wan li Miduriyeta Polîsan bi dawî bûn Prof. Dr. Sînan Adiyaman, Dr. Ayfer Horasan û Dr. Şeyhmûs Gokalp derxistin Edliya Enqereyê. Sê bijîşk bi “şertê kontrola adlî” ji aliyê dadgehê ve hatin berdan.
Bijîşkên din hêj di binçavan de ne. Hat zanîn ku ji bijîşkan naverok û armanca weşandina daxuyaniya TTB’ê ji wan pirs kirine.