EFRÎN – Hevseroka Meclîsa Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Asya Ebdullah, têkildari êrîşên TSK'ê yên li ser Efrînê diyar kir ku TSK bi tang, top û balafiran êrîş dike û dixwaze gelê kurd qir bike.
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), der barê armanc û hewldanên êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê de pirsên rojnameger û nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Hemrîn Şêxo û Cafer Cafo bersivand. Ebdullah, diyar kir ku Tirkiye 14 roj in li dijî kantona Efrînê bi tang, top û balafiran êrîş dike û wiha got: "Artêşa Tirk bi awayekî hovane Kantona Efrînê bombe dike. Bi van êrîşan armanc dike ku gelê Kurd qir bike. Efrîn parçiyek ji xaka Sûriyeyê ye û li Efrînê bi sedhezran kes hene. Îro li pêş çavê tevahiya dewletan kiryarên herî qirêj ên li dijî exlaqê mirovahiyê têne kirin. Herêma Efrînê bi balafir, tank û hemû cureyên çekên giran tê bombekirin. Hemû civînên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê pêk tên vala vala ne."
GER ŞER NEYÊ RAWESTANDIN DESTÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ JÎ LI PIŞT ÊRÎŞA TIRKIYE YE
Ebdullah, anî ziman ku Tirkiye dixwaze civaka rewşenbîr ku li ser hîmê dîroka kevnar a Kurd dijî pûç bike û derbeyê li hêzên QSD bixe û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Her kes jî dizane ku QSD’ê dawî li DAIŞ’ê aniye. Heya niha tu bertekeke erênî ji aliyê civaka navnetewî ve nehatiye dayîn. Rastiya ku divê were eşkerekirin ev e, ew guh nadin rewşa gelê Kurd ku bi wêranî û komkujiyan re rû bi rû ye. Divê zext li dewleta Tirk were kirin ku bombebaranê bide sekinandin. Eger ew guh nedin vê yekê ev tê wateya ku li ser tevahiya pêkhateyên herêmê û gelê Sûriyeyê xeterî heye. Eger bersivek neyê dayîn û ev gola xwînê neyê sekinandin ev tê wateya ku civaka navnetewî jî destekê xwe xistiye destê terorê."
LI DIJÎ EFRÎNÊ TEROREK BÊ SÎNOR TÊ MEŞANDIN
Ebdullah, bal kişand ser polîtîkayên Erdogan û wiha got: "Beriya ku Efrînê were hedefgirtin hikûmeta Erdogan û çapemeniya wê hewl didan li pêşiya raya giştî rengekî aştiyane bidin pîlanên xwe yên li dijî kantona Efrînê. Îro li dijî Efrînê teroreke bê sînor tê kirin. Herêma Efrînê ku bi rêveberiyeke demokratîk tê birêvebirin şer naxwaze, lê aştiyê dixwaze. Xelkên kantona Efrînê li malên xwe ne û teslîmî Artêşa Tirk û terorîstên wê nabin. Bombebarana û topbaran jî nikarin wan bitirsînin an jî vîna wan a xurt bidin şikandin. Ew bi axa xwe ve girêdayî ne. Dîmenên ku hatine weşandin diyar dikin ku zarok, jin, pîr û kal ku bi awayekî hovane ji aliyê Artêşa Tirk ve hatine hedefgirtin û parçe parçe bûne. Ev yek di rûyê tevahiya mirovahiyê de şeremeke mezin e. Êrîşên artêşa dagirker dişibihin êrîşên DAIŞ’ê ku biçûk û mezinan ji hev dernaxe û hemûyan dide ber xwe. Dewleta Tirk komên terorîst ên girêdayî xwe bi rêxistin dike û wan dişîne kantona Efrînê."
GELÊ EFRÎNÊ JI BO TEVAHÎ AXA SÛRIYE BERXWEDANA DÎROKÎ DIMEŞÎNE
Evdulla heri dawî bal kişad ser berxwedana gelê kantona Efrînê û wiha got: "Gel3e Efrînê ji 20’ê çileya 2018’an ve berxwedaniyeke dîrokî dide meşandin. Ev berxwedan ne tenê ji bo parastina Efrînê, lê ji bo parastina tevahî xaka Sûriyeyê ye. Ji cîhanê re jî ev yek îsbat bû ku gelekî birêxistinkirî li wir li ber xwe dide heye. Çalakiya fedayî ya Avesta Xabûr asta berxwedanê gihand asoyên herî bilind û peyamek da dewleta Tirk ku gelê herêmê wê tola xwe hilîne. Li herêmê bi sedan jin di çeperên berxwedanê xwe de cih digrin. Şervanên YPJ’ê yên berxwedana Kobanê û Reqayê jî mînak in. Şervanên ku dawî li DAIŞ’ê anîn wê li Efrînê jî dawiya dewleta Tirk bînin. Berxwedana Efrînê li dijî dagirkeriyê berxwedaneke mayînde ye. Wê xelkên herêmê li dijî dagirkeran şer bikin û çi bibe jî xaka xwe bernadin. Bila hemû jin bi rihê têkoşer Avesta Xabûr ku derbeyên giran li Artêşa Tirk da, tev bigerin û baweriya wan bi serkeftinê xurt be."