AMED - Navenda Giştî ya DBP'ê diyar kir ku kesên li dijî şer aştiyê diparêzin tên binçavkirin û girtin û ev tişt got: "Desthilatdariya AKP'ê bi rêya darazê li dijî aştî xwazan faşîzmê dimeşîne û darazê wekî darê li ser serê muxalîfan."
Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bertek nîşanî êrîşên li dijî Efrînê da û der barê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a hat girtin, endamên Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) ên hatin binçavkirin de daxuyanî da. DBP'ê da zanîn ku desthilatdariya AKP'ê bi rêya darazê hemû beşên muxalîf bêdeng dike û wiha got: "Em careke din dibêjin, çi dibe bila bibe emê xwedî li aştiyê derkevin, azadî û wekheviya gelan biparêzin."
DBP'ê destnîşan kir ku beşên ku şer naxwazin di bin zextên dijwar de ne û wiha pê de çû: "Erdogan û hikumeta AKP'ê bi polîtîkaya şer, êdî sînoran derbas dike û hemû beşên dijberî şer dixe bin zextan. Em wekî gelên kurd, ereb, tirkmen û sûryanî emê qêrîna ji bo aştiyê berz bikin." DBP'ê bal kişand ser êrîşên li dijî Efrînê jî û wiha ev nirxandin kir: "Bi êrîşa li dijî Efrînê re axeke ne di nav axa xwe de dagir dike. Dengekî herî piçûk ê li dijî vê jî qebûl nake."
DBP'ê got ku ewê tu carî dest ji meşa xwe ya azadiyê bernedin û bang li gelê kurd kir ku xwedî li rêveber û saziyên xwe derkevin.