HATAY – Nûçegihanê dîhaberê ya bi KHK’ê hat girtin Erdogan Alayumat ê ji ber xebatên xwe rojnamegeriyê hatibû girtin, nehat berdan. Alayumat got ku ew ji ber xebatên xwe rojnamegeriyê tê darizandin.
Nûçegihanên dihaber a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Erdogan Alayûmat û Nurî Akman dema li Hatayê nûçe dişopandin hatibûn binçavkirin. Alayûmat hatibû girtin û Akman hatibû berdan. Alayumat û Akman îro cara yekemîn li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Hatayê derketin pêşberî dadger. Ji her rojnamgerekî re bi îdiayên “Sirên dewletê aşkere kirine û bi armanca agahî bi siyaset û leşkeriyê re parve kirine” û “Endamên rêxistinê ne” 45 sal cezayê hepsê tê xwestin.
Rojnameger Akman, parêzer Tugay Bek, şahidê dozê endamê Komeleya Parastina Derdorê ya Îskenderûnê Ercument Kîmyon li salona dadgehê amade bûn. Rojnamegerê girtî Alayumat jî bi riya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê beşdarî dozê bû. Nûnerê Sendîkaya Rojanmegerên Tirkiyeyê (TGS) ê Amedê Mahmut Oral jî doz şopand. Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir û bi xwendina kurtasiya îdianameyê dewam kir.
Di danişînê de rapora îstîhbaratê ya ji emniyetê şandin jî hat xwendin. Di raporê de hat îdaikirin ku rojnamegeran wêne û dîmenên avahiya MÎT’ê, hin sazî û dezgehan kişandine û wek xebata sîxûriyê hat nirxandin.
‘BERIYA HER TIŞTÎ EZ ROJNAMEGER IM’
Piştî Raporê Alayumat parastina xwe kir û diyar kir ku ew îfadeyên xwe yên berê dubare dike, lê 3 heb qertên makîneyê ku li dosyeyê bar kirine ne aîdî wî ne. Alayumat destnîşan kir ku di dosyeyê de wek nûçegihanê DÎHA’yê hatiye nivîsandin, lê ew nûçegihanê dîhaberê ye û got: “Di dosyeyê de min wek xwendekarê zanîngehê jî nîşan dane. Ev agahiyên şaş in. Min di dibistana sereteyî sala 4’emîn de dest ji dibistanê berda û dibistana seretayî jî ji derve ve xwendiye. Beriya her tiştî ez rojnameger im û ez ji vê pîşeyê têm darizandin. Min li Hatay û gelek deverên din di her warî de nûçyan çêkiriye. Hin nûçeyên min çêkirina jî têkildarî şerê li Sûriyê dewam dike bûn. Têkildarî bandora neyînî şer ku li ser civakê dike min nûçeyan çêkir.”
'HEKE KU SIRÊN DEWLETÊ BE BERÊ BI HEZARAN CAR HATINE PARVEKIRIN’
Alayumat destnîşan kir ku sewqiyata leşkerî jî gelek rojnameger û ajansên din jî çêkirine û wiha dewam kir: “Ji bo sîxûriyê divê ez agahiyan bi rêixstinek û welatekî re parve bikim. Bi riya maîlê min jî kî re nûçe şandine diyar e. Heke ku min xebatên sîxûriyê kiribe ji kê û ji ku re agahî şandine. Ji heman nûçeyên min çêkirine beriya niha bi sedan car hatine çêkirin. Heman wêne bi sedan car hatine kişandin û weşandin. Heke ku sira dewletê be lê berê bi hezaran car hatine parve kirin.”
'BI HEZARAN HEMAN WÊNE HENE’
Alayumat da zanîn ku wêneyên di compîtora wî de wek delîl li dosyeyê zêde kirine û wiha axivî: “Ji bo refleksa rojnamegeriyê min wêneyên xwe veşartin. Ji nûçeyên têkldarî Sûriyê min xwendine, wêneyên endamên rêxistinê jê hilbijartine û ji min pirsîn. Dîwarên ser sînor û wêneyên konvoyên leşkerî ji bo ez di nûçeyên xwe de bikar bînim, min ji malperên nûçeyan daxistin. Li ser înternetê wêneyên ku dişibin van wênayan bi hezaran hene.”
XEBATA ROJNAMEGERIYÊ TÊ DARIZANDIN
Serokê dadgehê têkildarî nûçeyên MÎT’ê pirsek kir û Alayumat got: “Nûçeyên min çêkirin temamî min spartine angaştên çavkaniyên heremê. Ev xebat ango nûçe bi temamî xebata rojnamegeriyê ye. Bi sedan nûçeyên dişibin van nûçeyên min çêkirine hene. Niha ne ez xebatên min ên rojnamegeriyê tên darizandin. Ez berat û berdana xwe daxwaz dikim.”
‘JI BO NÛÇEYAN GELEK CARAN NÊRÎNA MIN GIRT’
Endamê Komeleya Parastina Derdorê ya Îskenderûnê Ercument Kîmyon wek şahid hat guhdarkirin û diyar kir ku Alayumat der barê nûçeyên kanên xîzê û ekolojiyê de wek rojnamegerekî li min digeriya û wî jî di têkildarî mijara nûçeyan agahî daye Alayumat.
‘SÛCDARKIRIN MIN MATMAYÎ HIŞT’
Pişt re rojnameger Nurî Akman jî axivî û wiha got: “Li gel xebatên xwe rojnamegeriyê ez perwerdehiya hiqûqê jî dibînim. Min der barê nûçegihaniya edliyê de jî perwerde girtiye. Sûcên bûne mijara gotinê mirov matmayî dihêlin. Di dosyeyê de ji bo min têgihiştinek tê peydakirin. Xebatên min ên salên xwendekiriyê ku min li Meletiyê dixwend, xistine hundirê vê dosyeyê. Wiha hatiye nîşandan û têgihandin ku ez di nav rêxistinê de her tim cih digirim.”
'EZ JI BER ROJNAMEGERIYÊ TÊM DARIZANDIN’
Akman da zanîn ku ew ji ber xebatên rojnamegeriyê tê darizandin û di dema binçavan de hatiye derpkirin û xwestina bûyera kuştina du polîsan biavêjin ser wî.
'ÎDINAME JI RASTIYÊ DÛR E’
Herî dawî parêzerê rojnamegeran, Tugay Bek parastina miwekîlên xwe kir û got ku dosyeya hatiye amadekirin ji hiqûqê dûr e û der barê endamtiya rêxistinê û sîxûriyê de delîlên şênber tune ye. Bek anî ziman ku angaştên di dosyeyê de cih digirin ji rastiyê dûr in û got: “Gelo dozger nirxandinê ji dosyeyek din girtiye. Sedemek vê girtinê heye ew jî ji ber ku nûçeyên yek tîp nanivîsînin.” Bek berat û berdana miwekîlên xwe xwest.
Heyeta dadgehê daxwaza rojnamegeran û parêzer red kir û xwest rojnameger Alayumat girtî bê darizandin. Dadgehê doz taloqî 25’ê nîsanê kir.