EFRÎN - Ji ber êrîşên li ser Efrînê hejmara birîndar û kesên jiyana xwe ji dest dayîn zêde dibin. Bijîşk Ciwan Mihemed, daxuyaniyek nû da û diyar kir ku hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane derket 127'an.
Rayedarên nexweşxaneyên li Afrînê, hejmara sivîlên birîndar û jiyana xwe ji dest dane ên ji ber êrîşên Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK), eşkere kir. Mûdirê nexweşxaneya Avrînê û yek ji rêveberên nexweşxaneyên Avrînê, Bijîşk Ciwan Mihemed destnîşan kir ku hemû bijîşk û kadroyên tenduristiyê ji bo rizgarkirina sivîlan ku TSK'ê bi hemû cûreyên çekan êrîşî wan dikin, seferber kirin. Bijîşk Mihemed, got ku ji roja destpêka êrîşa li dijî gelê sivîl ê kantona Efrînê heta roja îro 127 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 168 sivîl jî ku piraniya wan jin û zarok in birîndar bûn.
Mihemed, anî ziman xebatên wan ên ji bo deremankirina sivîlan berdewam dikin.