ENQERE - 23'emîn danişina "Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê" li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Di danişînê de Fikrî Saglar ê wekî şahid tev li danişînê bû, diyar kir ku gelek agahiyên girîng ku dosyayê ronî bikin ji aliyê serokê partiyên di koalisyona hikûmetê de cih digirin wekî "Sirra Dewletê" ji dasyayê hatin derxistin.
23'emîn danişina "Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê" ya 19 cînayetên kujer nediyar ên salên 1993-1996'an de li Enqere pêk hatin, li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Di danişînê de parêzerên bersûc û mexdûran amade bûn. Di danişînê de piştî xwendina nasnameyan Parlamenterê CHP'ê yê Mêrsînê Fikrî Saglar wekî şahid hat guhdarkirin. Saglar, diyar kir ku Komîsyona Susurlukê ya Meclîsê di sala 1997'an de ji aliyê Serokê Lijneya Teftîşê ya Serokwezîrtiyê Kutlu Savaş ve der barê cînayetên kujer nediyar ve bi berfirehî rapor hat amadekirin û wiha got: "Lê gelek agahiyên girîng ên raporê ji aliyê serokê 3 partiyên koalîsyona hihûmetê bi hinceta "Sirrê dewletê ye" ji dosyayê derxistin.
XWESTIN YILMAZ Û ÇÎLLER BÊN GUHDAR KIRIN
Saglar, bal kişand ser rapora Kutlu Savaş û wiha got: "Di îfadeyan de hat gotin ku Kesên li gorî dewletê tev negerin divê bên înfazkirin". Li ser vê yekê Parêzerê mexdûran Sertaç Ekincî got "Ev kesê hat înfazkirin kî bû?" Saglar, anî ziman ku ger ev pirs ji dadgehê bê pirsîn û li dosyayê binerin dê ronî bibe kî ye û got: "Lê ez niha nikarim bêjim. Ev kesê navê wî derbas dibe matbaaya wî heye." Parêzer Ekincî dîsa pirsa "Ev kes Behçet Canturk e?" pirsî. Saglar jî got 'Erê' û piştrast kir.
Piştî Saglar, parêzerên mexdûran xwest li îfadeya Mesut Yilmaz û Tansu Çiller bê guhdarkirin. Prz. Yusuf Alataş anî ziman ku bi biryara erk û rayedarên herî jor ên dewletê 19 cinayet pêk hatine û wiha got: "Lê dema em li rêbazên darizandinê dinerin em dibînin ku daraz negihiştiye armanca xwe."
Prz. Ekincî xwest bersûc ji "Sucê mirovahiyê" bên darizandin.
Heyete piştre biryar da ku rapora Serokê Lijneya Teftişê bê xwestin û lêkolînkirin û daxwaza guhdarkirina Mesut Yilmaz bê lekolinkirin.
Doz taloqî 4'ê Gulanê kirin.