AMED – Danîşan doza der barê parlamenterên HDP’ê Çaglar Demîrel, Îdrîs Baluken û Îmam Taşçier de ku bi boneya tevlî bernameya televîzyonê bûne axivîne, ji ber dadger tune bû taloq bû.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Çaglar Demîrel, Îdrîs Baluken û Îmam Taşçier bi hinceta di 10’ê cotmha 2015’an de ji bo meşa li dijî qedexeya derketina derve ya li Sûrê beşdarî Med Nûçe TV bûne doz li wan hatibû vekirin û ji vê dozê tên darizandin. duyemîn danişîna doza parlamenteran li 12’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê hat dîtin. Ji parlamenteran re bi îdiayên “Heqaret li mezinên dewletê kirine”, “Heqaret li peywîrdarê cemaweriyê kirine” û “Miletê tirk, komar û TBMM’ê biçûk xistine” ji her yekê re ji 3 sal û 6 mehan heta 10 salan ceza tê xwestinê.
Parêzerên parlamenteran sedema beşdar nebûna xwe ya danişînê bi daxwaznameyê ragihandin û tevli nebûn.
Bi boneya dadgerê dozê jî bi destûr bû beşdarî danişînê nebû. Doz taloqî dîrokek pêş hat kirin.