ÊLIH / SÊRT – Li Êlihê beriya ziyareta Serokê AKP'ê Erdogan 3 rêveberên DBP’ê hatin binçavkirin. Li Sêrtê jî Alîkarê Hevserokê Rêxistina HDP’a Sêrtê Zekî Celepkulu hat binçavkirin.
Polîsan serê sibê li Êlihê bi ser malên rêveberên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) de girt. Piştî lêgerîna li malan endamê Meclîsa DBP’ê Abdulbarî Karaagaç, rêveberê DBP’a Êlihê Halît Ergîn û rêvebera berê ya DBP’a Êlihê û xebatkara DBP’ê Suriye Demîrkiliç hatin binçavkirin.
Siyasetmedarên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Êlihê tên girtin û sedema binçavkirinê nehat hînbûn. Balkêş e ku binçavkirina siyasetmedaran beriya hatina Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Erdogan a dê sibê bê Êlihê pêk hatiye.
Li aliyê din li Sêrtê jî hat zanîn ku Alîkarê Hevserokên Rêxistina HDP’a Sêrtê Zekî Celepkulu jî di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Hat ragihandin ku Celepkulu li Miduriyeta Polîsan a Sêrtê tê ragirtin.