NAVENDA NÛÇEYAN - 29 jinên li paytexta Îranê li Tahranê li dijî ferzkirina laçikê derketin û çalakî pêk anîn hatin girtin.
Li Îranê jinan di Kanûna 2017'an de çalakiya "Çarşema Spî" li dar xistibûn, 29 ji wan hatin girtin. Polîsê Tahranê der barê rewşê de daxuyanî dan û aşkera kirin ku 29 jin sewqî mercên edlî kirine.
Rejîma Îrana di her warî de mafên jinan binpê dike û pêkanîna cilan li ser jinan ferz dike. Jinên ku li gor vê pêkanînê tev negerin û xwedî li mafên xwe derdikevin, hem cezayê pere li wan tê birîn û hem jî wan davêjin girtîgehê.
Çalakiya "Çarşema Spî" cara yekem ji aliyê jina bi navê Vida Movahed ve li ser qutiya belavkirina ceryanê pêk hatibû û di rojevê de cihê xwe girtibû. Piştî vê çalakiya Vidayê, gelek jinan li bajarên cuda ev çalakiyên pêk anîbûn. Piştî çalakiyê Vîda Movahed hatibû girtin, li gorî agahiyan berî çend roj hatiye berdan.
Her wiha di hefteya borî de Narges Hossini jî li cihê Vidayê çalakî li dar xistibû û hatibû binçavkirin.