ENQERE – Polîsan li Enqereyê bi ser gelek malan de girt û aktîvîst û parêzer jî di nav de gelek kes ji ber parvekirinên medya civakî binçav kirin.
Polîsan li Enqereyê bi ser malên nivîskar, aktîvîst, parêzvanê mafê mirovan û parêzeran de girt. Vîdeo-aktîvîst Sîbel Tekîn di hesabê medya xwe civakî de ragihand ku ew binçav kirine. Şêwirmenda Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Songul Akbay jî di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Hat zanîn ku der barê aktîvîstê KAOS GL Alî Erol û parêzer Kemal Ulusoy de jî biryara binçavkirinê heye. Operasyona serê dest pê kir didome û hat hînbûn dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe. Hat zanîn ku bi hinceta pervekirinên medya civakî hatine binçavkirin û ew birine Miduriyeta Polîsan a Enqereyê.