EFRÎN - Serokê Komîteya Wezîrê Parastinê yê Efrînê Behçet Ebdo, diyar kir ku di destê wan de roketên ku xwe bigihînin Kîlîsê tune ne, Tirkiye bi xwe roketan davêje Kîlîsê û ev tişt got: "Em ji hemû raya giştî re jî dibêjin, ji ber ku nikarin bi pêş de bên, bi derewan tiştên wiha davêjin holê."
Êrîşa Tirkiyeyê û komên girêdayên wê di roja 14'emîn de li dijî Efrînê dewam dike, li bajêr mirinên sivîlan her ku diçe zêde dibin. Her çendî rayedarên dewleta tirk bêjin ku "Roketan davêjin Kîlîs û Hatayê", Serokê Komîteya Wezîrê Parastinê yê Efrînê Behçet Ebdo ev daxuyaniyên Tirkiyeyê derewand û aşkera kir ku rokêntên ku xwe bigihînin Kîlîsê di destê wan de tune, rayedarên Tirkiyeyê derewan dikin.
'TIRKIYE BIXWE ROKETAN DAVÊJE'
Ebdo destnîşan kir ku heta niha ne li Kîlîsê û ne jî li sînorekê din wan êrîş pêk neaniye û wiha pê de çû: "Tirkiyeyê polîtîkaya şerê taybet xistiye dewrê. Tirkiye herêma xwe bixwe dide ber topan û ev bi destê TSK'ê pêk tê."
DEREWEKE MEZIN E!
Ebdo anî ziman ku bi derewên wekî 'QSD û YPG roketan davêjin sivîlên Kîlîsê' û wiha axivî: "Ji bo me dibêjin êrîşê mizgeftan kirine. Ev ne rast e. Divê ji wan bê pirsîn, gelo hem li welatê xwe û hem jî li Sûriyeyê, mizgeft û cihên ku hilneweşandin mane? Komên ku bi pêş xistine, siyaseta wan bi rêve dibin, rûxandin û talanê pêk tînin. Piştre bi destê hêzên xwe topan davêjin bajarên xwe. Dê kes baweriya xwe bi wan neyne. Ev berovajîkirina rastiyan e û derew e. Lê ew çekên ku ew bi ser sivîlên me de dibarînin? Bila her kes li vê mêze bike. Tirkiye û komên girêdayên wan, li Sûriyeyê çi nekirin. Heta niha me tu carî tiştekî wiha nekiriye. Em ji hemû raya giştî re dibêjin, ji ber ku bi ser nakevin serî li derewên wiha didin."
MA / Nazim Daştan