Enqere ji Efrînê vala vegere dê çi bibe?

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşa TSK'ê ya li ser Efrînê di roja 14'an de berdewam dike. Tişta Enqere xwest bi dest nexist. 14 rojin ji sînor derbasî Efrînê nebûye. Tirkiye bi vê operasyonê hem di ezmûna leşkerî û hem jî di ezmûna kurevî ya polîtikayê re derbas dibe. Pirsa '"Ger ku Enqere vê ezmûna Efrînê derbas neke û destvala vegere dê çi bibe? li benda bersîvê ye. 

Operasyon û êrîşa TSK'ê ku di 20'ê Çile de dest pê kir, di roja 14'an de berdewam dike. Tirkiye plan kiribû ku di nava hefteyekê de Têkeve Efrînê û encam bistîne. Lê 14 roj derbas bû hêj sînorê Efrînê derbas nekiriye û li ser sînor şer dike. Tirkiye bi hêzên paramiliter piştî 20 şûnde  li ser sînorê Sûriye şer dike. Şerê TSK'ê û hêzên paramîlîter ji aliyê hemû cîhanê ve bi baldarî tê şopandin. Bi taybetî ji ber di vî şerî de herî zêde mirovên sivîl tên kuştin û mirov bi zorê ji cih û warên xwe tên koçberkirin, alozî zêde dibe. Ev qada şer bûye wekî qada ezmûna leşkerî û polîtîkayên Tirkiye. Hêzên navneteweyî bêtir bi feraseta bertekên "asta kêm", "temaşe bike bibîne" pêş dixe. Piştî encama vî şerî şirîk û hevkariya muttefikan dê ji nûve bê diyarkirin. 
 
Yek ji endamê Tevgera Taybet ê Tirkiye yê berê "Pisporê lmeşkerî" Metin Gurcanli, beriya operasyona Efrînê dest pê bike di hesabê Twitterê de got "Afrîn qada 40x30 km. ye. Ger ku Rûsya destûr bide TSK û OSO dê di nava hefteyekî de di dawî bibe. Piştî wê çend rojan li ser hev nexşe hatin parvekirin. Li ser van nexyeyan sanaryo hatin nivîsandin û amadekirin. Lê niha tempo ket. Serokwezîr Bînalî Yildirim di destpêka operasyonê de bi 15 xalan ferman da çapemeniyê û xwest li gorî fermana wan tev bigerin. Lê her çend çapemenî ji fermana wan derneket jî tê bihîstin û dîtin ku nakokî û aloziyên di navbera TSK û OSO de ku encamê bi dest naxin zêde dibe. 
 
PISPORÊN LEŞKRÎ DEST BI PIRSAN KIRIN
 
Pisporên leşkerî ku di destpêkê de hêz dan hikûmetê û operasyonê di 25'ê Çile de nûçegîhanê Ajansa Çîn a Fermî Xinhua yê Enqereyê Zheng Jinfa got "Ev operasyon tenê li dijî kurdên bûne xwedî hêz nayê meşandin, di heman demê de dixwaze hêza xwe li herêmê bide nîşandan." Rojeş şûnde Cîgirê Enstîtuya BDT'ê yê Rûsya û pisporê leşkerî Vladimir Yevseyev got: "Artêşa Tirk ku kêmî hefteyekî şer kir li Efrînê asê ma. Ev mînaka herî xerab a operasyona leşkerî ye" û diyar kir ku OSO ku Tirkiye wê wekî mertal bikar tîne nikare şer bike. Berê jî çavkaniyên kurd bi dehan caran diyar kiribû ku nikarin li dijî Efrînê şer bikin.
 
Piştî êrîşa li dijî Efrînê dest pê kir Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Federal a Rûs (RIAFAN) Kirill Romanovskiy 5 caran çû Sûriye di 30'ê Çile de di malpera Sputnikê de got Enqere nikare operasyonê bimeşîne û wekî "Meşa sivik" bi nav kir. 
 
RÛSYA XWEST KURDAN JÎ Û TIRKAN JÎ BIBÎNE
 
Yek ji çavkaniyên Leşkerî yên kurd diyar gotinek rayedarê Rûsya ya "Em amadekariyên we dizanin, ji ber wê me sehaya hewayê vekir" parve kir. Ev daxuyanî xuya adike ku ji bo Enqere jî derbasdar e. Di 26'ê Çile de li Moskova ji aliyê RİA Novostî ve civîna maseya grover hat lidarxistin. Pisporên Rûs bi berfrehî mijar girtin dest. Di vê civînê de xwestin Hêza Enqere ya li Rojhilata Navîn û hêza kurdan bibînin. 
 
ÊDÎ NÛÇE NABIN BERSÎV
 
Di heman rojê de Fermandarê Tumena Murat Sultan ê OSO Albay Ahmet Osman ji Rojnameya Îngiliz Timesê re axivî û got: "Ji ber şertên xerab ên hewayê şervan nikare şer bikin. Hêzên PKK'ê kozikên xwe zexm dikin. Sekvanên wan û çekên teknolojiya bilind di destê wan de hene. Gelek mayîn li ser xeta eniyê çandine." Çawîşê pispor Alper Akpunar, ku birîndar bû li mala xwe pirsên rojnamegeran bersivand û got: "Me 3 rojan top avêtin wan. Lê tenê em 200-300 metre li ser sinor pêşve çûn. 
 
2 roj şûnde yek ji fermandarê operasyonê Serbaz Onur Ozdogan ku birîndar bûbû, li nexweşxaneyê got: "Serbaz Oguz Kaan û Çawîşê pispor Mehmet Muratdagî ez danîm ser sedyê û xelaz kirim, piştre ew şehit bûn." Piştre medya hawiz dest bi dayîna agahiyên nakok kirin. 
 
PÛTÎN KONSEYA EWLEHIYÊ KOM KIR
 
Rûsya ku ji Kurd û Tirkan re got 'ez we bibînim' piştî hefteyekê dest bi nirxandina operasyonê kirin. Serokê dewleta Rûsya Vladimir Putin, endamên daimî yên Konseya Ewlehiyê kom kir û rewş nirxand. Her çend encama civînê aşkere nebû jî tê gotin ku li hemberî kurdan poşman bûne. 
 
NAVÊ WÊ ÇEPERA WÊ Û DEMA WÊ TÊ GUHERTIN
 
TSK ku rojane û saet bi saet hêjmara kuştiyan dide û navê "Şaxa Zeytûnê" li operasyonê kiriye, piştre navê "çember, hilal, kelepçe, kiskaç" li operasyonê kirin. Operasyona ku ji 4 milan derxistin 8 milan, çepera wê her diçe tê guhertin û emrê wê jî roji bi roj hat guhertin. Operasyona ku ji bo sê saetan des tpê kir, piştre derxistin hefteyekê û herî dawî niqaşên ji bo meh û demsala havînê jî tên kirin. Enqere ji bo rewşa Efrînê binirxîne ji nûve kom bû. 
 
AGAHIYÊ PARÎ PARÎ PARVE DIKIN
 
Piştî bertekên siyaset, kolan, muxalif zêde bûn, medya hawiz dest bi agahiyên nakokî kir. Nivîskar Okan Muderrisoglu, di qunçiknivîsa xwe ya Sabahê de got "Di civîna 17'ê Çile ya Lijneya Ewlehiya Neteweyî" de her çend fikar derketin holê jî Serokomar Tayip Erdogan got "Çi hewçe be dê bê kirin" û ferman da. Piştî vê biryara Serfermandariyê jibo seha Sûriye ji şer re vebe bi Rûsya re dest bi muzakereyan kirin. Li hemberî DYA seknek zelal nîşan dan." Muderrisoglu, got "Divê em diplomasiya plana pişt jî binirxînin. Dema em bên sahayê wisa tev li hev ke ku..." 
 
Niviskarê Rojnameya Yenîçag Ahmet Takan jî di nivîsa 31'ê Çile de rewşa OSO bi gotina "Mîllî û herêmî" her tişt danî holê û got: "Serokê AKP'ê R. Erdogan, di koma partiya xwe de  OSO şiband Kuvayı Milliye. Ev şibandinek xerab e. Ne pêkan e em Kuvayı Milliye wekî OSO û OSO' jî wekî Kuvayı Milliye nas bikin." 
 
Hat zanîn ku Rûsya, DYA, Fransa, Misir, Almanya, Îran, Suriye û gelek welatên din li vir çavdêrî kirin û leşkerên Tirkiye şopandin û test kirin. 
 
Di 16'ê Îlona 1998'an de Fermandarê Hêzên Bejayî  Atilla Ateş li ser sînorê hatayê gotibû "Divê em Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriye derxin. Sebra me nema." û gef li Suriye xwar ku bi tangan têkeve Sûriye. 
 
Tirkiye piştî 20 sal şûnde bi hêzên paramiliter  derbakî Efrînê bû. Ger ku niha destvala vegere dê di asta navneteweyî de hêza xwe ya kurevî winda bike. Dê ji mudaxaleyên derve re bê parastin bimîne. Rewşa operasyonê ji aliyê Îran, Sûriye, Rûsya û DYA ve ji nêzîk ve tê şopandin. 
 
Xuya ye ku dê Berxwedana Serdemê ya Efrînê encama vê testa Tirkiye diyar bike
 
MA / Sedat Yilmaz
 

Sernavên din

03/02/2018
13:52 Umut 49 rojin hêj nehatiye ser hişê xwe
13:26 Kiliçdaroglu: Mafê gel ê berxwedanê heye
13:25 ÎHD’a Enqereyê: Em li pişt belavoka TTB’ê ne
12:34 Girtiyê Girtîgeha Xerpêtê Metîn Erdem birin ku?
12:31 Kemalbay: Hêviya AKP’iyan jî HDP ye
12:08 JIN NEWS 7’emîn, Ozgurlukçu Demokrasî 52'emîn car asteng kirin
11:54 2'yemîn Konferansa Asayî ya HDP'ê civiya
11:47 Li Bursayê teqîn: Polîsek birîndar bû
11:39 Malbata Hanas ji Alîpaşa bi darê zorê hatin derxistin
11:38 ‘Divê li gorî biryara parlamentoyê bi lez kongreya neteweyî pêk bê'
11:14 Hatîmogullari: Em bi hev re ji rejîma yek zilamî re bêjin na
10:59 Efrînî: Kesî em bi zorê negirtiye, em li ser axa xwe ne
10:46 Edîtora JINNEWS ku 7 caran hat astengkirin: Şîara me nivîsandina heqîqetê ye
10:34 'Hewl didin rojnamegertiyek yek tîpî ava bikin'
10:16 Asya Ebdullah: Roj roja xwedî derketina Efrînê ye
09:06 Li Efrînê kî di nava çi hesab û kîtaban de ye?
09:05 Malbata girtiyê nexweş Keleş: Bila Selamî bê berdan
09:05 Skandaleke huqûqî: Piştî çend mehan şûn de biryara dozgeriyê nas nekir
09:04 Êdî konan jî bi kirê didin karkeran
09:04 Girtîgehê kurdî li xizmên girtiyan qedexe kir
09:03 TOKAMER dijberî taciz û tundiyê hişyar dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2018'AN
02/02/2018
20:34 Li Îzmîrê rojnamevanek hat binçavkirin
19:34 Serlêdana malbata Ocalan a ji bo hevdîtinê careke din jî hat redkirin
19:25 Seroka ESP'ê ya Stenbolê Pinar Turk hat girtin
18:11 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
16:56 3 rêveberên TTB’ê hatin berdan
15:46 Asya Ebdullah: Dewleta Tirk dixwaze gelê kurd qir bike
15:38 'Daraz bûye darê li ser serê aştî xwazan'
15:28 Rojnameger Erdogan Alayumat nehat berdan
15:21 Hêjmara kuştiyên sivîl ên li Efrînê gîhişt 127'an
15:09 Baroya Amedê: Dozger bêdil nêzî dosyeya Elçî dibe
15:08 91 fezleke ji bo HDP'ê bi giştî 113 fezleke şandin meclîsê
14:59 Girtiyê xwe şewitind derman nekirin û şandin girtigehê
14:48 Parêzer Balsak: Ji ber ku Guven aştî parast hat girtin
14:47 3 rêveberên TTB’ê sewqî dozgeriyê kirin
14:37 Bi hinceta 'Sirra Dewletê ye' agahî ji doza JÎTEM a Enqereyê derxistin
14:37 ‘Divê dest ji dijminantiyê bê berdan’
13:57 Axaftinên bi malbatê re kirin ‘axaftinên rêxistinî’
13:31 Doza xebatkarên Azadiya Welat hat dîtin
13:30 Konferansa Jinan a HDP'ê: Em dê bi berxwedanê faşîzmê têk bibin
13:23 Dadgeh heye, lê dadger tune
13:23 Jinên girtî ji kongreyê re peyam şandin
13:09 Beriya hatina Erdogan siyasetmedar binçav kirin
12:46 Dema girtî sewq kirin darp kirin
12:40 29 jinên ku tev li çalakiyan bûn hatin girtin
12:36 510 xwedî li TTB'ê derketin û gotin em şer naxwazin
12:04 Meşa ciwanan a ber bi Efrînê ve di roja 4'an de didome
11:42 Li Enqereyê operasyona medya civakî
11:12 Wêne nîşan didin ku gundê Çelemê çawa hatiye rûxandin
11:00 Wezîrê Parastinê yê Efrînê: TSK roketan davêjin Kîlîsê
10:44 Enqere ji Efrînê vala vegere dê çi bibe?
10:43 Rojnameger Evran: Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê veguziye Tirkiyeyê
10:42 Medya bi fermanda desthilatdariyê şer sor dike
10:00 Emniyet û cendirme: 'bi rêxistinê re têkiliya wî tune' dadgehê 9 sal ceza da
09:35 Aydin: Heke em bi rêxistin bin qedexe bêwate ye
09:34 Jina rastî êrîşên zayendî ya polîs hat: Ez her kêlî têm şopandin
09:32 Bi xweliya komira debarê dikin
09:31 'Wê demê bedena wî niha jî cenazeyê wî îşkence dikin’
09:30 Tim navnîşana hilberîna hevpar in
09:28 HDP'a Êlihê: Wê kongreya me ji bo rawestandina dagiriya li Efrînê bibe destpêk
09:27 Hevserokê DTO'yê: Cihê ku TTB lê ye, cihê serbilindiyê ye
09:27 ‘Her şer êşa me nû dike'
09:25 Pitika polîsan ew avêt erdê hêj rehet nebûye
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2018'AN
01/02/2018
19:27 Li Colemêrgê 3 leşker hatin kuştin 7 leşker jî birîndar bûn
19:06 Wezareta Derve ya Sûriyeyê: Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê binpêkirin e
17:55 Navenda Çavdêriyên Mafên Mirovan: Tirkiyeyê li Efrînê 5 komkujî pêk anî
17:38 Xebatkarê rojnameyê Tunçdemîr serbest berdan
17:27 Li Efrînê cenazeyê 18 kesan bi girseyî hat veşartin
17:27 Malbatên Roboskê: Mekanîzmaya edalet naxebite
17:21 Li Şengalê berteka Efrînê: Dê Erdogan jî têk biçe
16:25 Gelê Zirganê li dijî êrîşa li ser Efrînê meşiyan
15:53 Navê seroka CHP'î li ser bombeyan nivîsin û davêjin Efrînê
15:32 Rayedarên Nexweşxaneya Evrînê: Di 13 rojan de 104 sivîl hatin kuştin
14:55 Di konferansa HDP'ê de dê xeta têkoşînê diyar bikin
14:54 KCD bertek nîşanî girtina Leyla Guven da
14:50 Doza Bîlîcî taloqî tîrmehê bû
14:49 Li bendê ye rêveberên TTB'ê sibê derxin dozgeriyê
14:18 Xirîstiyanên li Efrînê: Me bombebaran dikin, bila cîhan dengê me bihîze
14:14 Li Xarpêtê 7 kes binçav kirin
14:08 Di Nobeta Edaletê de danezana TTB'ê ya li dijî şer xwendin
13:20 Dê girtî ji NY û KE'yê re nameyan bişînin
13:12 Di êrîşa li dijî barageha leşkerî ya Çelê de leşkerek mir 5 leşker birîndar bûn
13:04 Saziyan piştgirî da TTB'ê: Em îmze davêjin danezanê
12:54 Li dijî ESP û Partiya Şoreşger operasyona 'Efrînê': 7 kes binçav kirin
12:39 Fermandarê CENTCOM'ê Votel: Divê cîhan minetdarê QSD’ê be
12:20 Dr. Abbasoglu: Biryara destekkirina şer a bijîşkan tune ye
12:11 Doç. Dr. Coşkun: Rûsyayê erê kir, DYA ji operasyonê kêfxweş bû
11:56 AFP, perestgeha dîroki ya Eyn Dara nivîsand
11:24 Duh berdan îro dîsa girtin
10:52 'Kurê min ê ez bidim we tune ye paşa'
10:46 Gelê Pirsûsê: Ev şerê li dijî kurdan e
10:31 Nûnerên partî û saziyan: Em şahidê rojnamegeriya Alayumat in wî berdin
09:59 Zîlan: DAIŞ’ê jî mîna Diyanetê digot ‘ez cîhadê dikim’
09:58 'Êrîşa li dijî Efrînê zilm e, divê bi sekna Huseyîn li dijî êrîşan rawestin'
09:43 JINNEWS û Ozgurlukçu Demokrasî dîsa hatin astang kirin
09:33 Cenazeyên ji Xerzanê birin hêj nedane malbatan
09:33 Gundiyên ser sînor: Ax û malên me desteser û talan dikin
09:32 ‘Tevî hemû hêzê jî, dijbereriya şer wekî gefekê dibînin’