AMED – Rêxistinên çapemeniyê bertek nîşanî operasyona li dijî Efrînê dan û aşkera kirin ku çapemenî bûye perçeyekî şer. Berdevkê TGS'ê yê Amedê Mahmut Oral ev tişt got: "Medyayê şer da destpêkirin? Desthilatdariyê da destpêkirin û medyayê bi xwe re dibe? Her tişt tev li hev bûye."
Tirkiye bi piştgiriya hêzên El Nusra û El Qaîdeyê li dijî Efrînê operasyon da destpêkirin û di roja 14'emîn de dewam dike. Piştî telîmata 15 xalan a Serokwezîr Yildirim, hem rojnamegerên li ser sînor hatin bicihkirin û hem jî televîzyon û kanalên bi dîrektîfa Miduryeta Giştî ya Enformasyon û Çapemiya Serokwezîrtiyê, li ser nexşeyan wekî pisporên şer tev geriyan û nûçeyên xwe amade kirin.
Berdevkên çapemeniyê der barê ziman û helwesta çapemeniyê de nêrînên xwe anîn ziman. Berdevkê Însiyatîfa Rojamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan, endama Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) Rojda Korkmaz û Berdevkê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Mahmut Oral, bertek nîşanî hewlesta çapemeniyê dan. Korkmaz da zanîn ku rastî tên berovajîkirin, ev sebra mirovan dide zorê. Oral jî got ku tiştên rojname di manşetan de didin ne rastin û dibin sedema tengezariyan.
'MEDYA BASKEKÊ OPERASYONÊ YE'
Boltan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê her dem desthilatdarî di çarçoveya polîtîkayên xwe de dide xebatê, medya bûye parçeyekê operasyona Efrînê û ev tişt got: "Balafirên F-16 hene. Bombe hene. SÎHA hene. Ji hêlekê ve jî medya heye. Medya niha baskekê dewletê yê şer e. Di wêne, manşet û nivîsan de birdoziya dewletê jê diherike. Cilên leşkerî li xwe nakin, di destê wan de çek une, lê tekîka di destê xwe de wekî leşkerekî dixebitîn."
Boltan anî ziman ku hin wêneyên ji malperên sanal û ji dîmenên Yemenê girtine, wekî yên Efrînê didin nîşan û wiha axivî: "Ma qet şerm nakin dema derewên wan derdikevin holê? Medyaya hewzê dema miriyan dide wekî ku li ser hişê xwe biçe ew qas kêfxweş dibe. Tirkiyeyê bi rakirina 72 balafiran îcatek kir? Ew balafir mirovan dikujin. Divê hemû çapemenî ji xwe bipirse gelo 'ev bombeyên ku mirovan dikujin her kes piştgiriyê didê.' Lê medyaya hewzê xwe bi F-16'an ve girêdane. Ew jî bi bombeyên xwe dikevin Efrînê û mirina mirovan bi kelecan didin." Boltan aşkera kir ku rastî hatine hepiskirin û diyar kir ku çapemeniya tirk di warê azadiyê de di nava 190 welatî de di 155'an de cih digire.
‘JI BO HEQÎQETÊ VEŞÊRIN AVA KIRINE’
Endama Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê Rojda Korkmaz, êrîşa li dijî Efrînê wekî dagirkerî pênase kir û wiha got: "Armanca wan ew e Efrînê hilweşînin û ji destê kurdan derxin. Dîsa di vir de rola medyayê ya êrîşkar jî girîng e. Wekî ku ji bo heqîqetê berovajî bikin ava kirine. Lê li dijî vê artêşê yên rastî û heqîqetê tînin ziman jî kêm nînin. Di vê serdema enformasyonê de kes nikare heqîqetê veşêre." Korkmaz got ku li Efrînê can tên qetilkirin û wiha pê de çû: "Desthilatdarî dixwaze serkeftinê veşêre. 14 roj e êrîş dewam dikin. Dîmenên ji herêmê tên wijdana mirovan diêşîne."
'BI AKP'Ê RE ÇAPEMENIYA ALÎGIR DERKET HOLÊ'
Oral jî anî ziman ku bi AKP'ê re medyaya alîgir derketiye holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di sedsala 19'emîn de li DYA'yê ji bo hin rojname traja xwe zêde bikin, welat ber bi şer ve dikişandin. Li Tirkiyeyê jî heman rewş heye. Medya hin kesan dike armanc. Endamên TTB'ê yên aştî parastin, terorîze kirin. Dema min ev tişt dîtin êrîşa li dijî Akin Bîrdal hat bîra min." Oral anî ziman ku ji derveyê Erdogan kes naxive û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Agahiyên ku desthilatdariyê manîmûle kirine bi rêya medyayê tên belavkirin."
'MEDYA ŞER DA DESTPÊKIRIN?'
Oral bi lêv kir ku bi rêya medyayê şer bi pêş dixin û wiha axivî: "Civakê bi rêya televîzyonê manîpûle dikin. Çapemeniya ku du salan manşetên aştiyê davêt, îro manşetên şer davêjin. Medyayê şer da destpêkirin? Desthilatdariyê da destpêkirin û medyayê li pey xwe dibe? Her tişt tev li hev bûye? Medya her dem şer sor dike."
MA / Cîhan Olmez