RIHA - Îsa Kutay ji ber ku helbestên Jose Mujica, Azîz Nesîn, Cemal Sureyya û wêneyên hin kesên navdar di telefona wî de hebûn, hat girtin. Eniyet û cendirmeyan her çendî gotin "Bi rêxistinê re têkiliya wî tune", dadgehê ji "Endamtiya rêxistinê" 9 sal û 9 meh ceza lê birî.
Îsa Kutay (30) ji Tîrmeha 2017'an vir ve li Rihayê girtî ye, piştî hat binçavkirin di telefona wî de ji ber ku helbest û gotinên kesên navdar ên wekî Jose Mujica, Azîz Nesîn, Cemal Sureyya, Yilmaz Guney, Cehe Guevara, Ahmet Arîf, Ataol Behramoglu, Adnan Yucel û Cem Yucel di telefona wî de hebûn, wekî delîla sûc hesibandin.
Kutay ê li Tirgîgeha Tîpa T a Rihayê bi girtî tê darizandin, dozger îdianame der barê wî de amade kir û hemû tiştên heyî wekî delîl pêşkêşê dadgehê kir. Ji derveyê wêne û helbestan, kaxiza ku nivîsa kurdî li ser bû, wekî "Di pêşerojê de çalakiyên ku bên kirin û tabloya kodên xebatan ne" dan nîşan û dadgehê îdianame bi vî rengî qebûl kir. Her çendî emniyet û cendirmeyan gotin ku "Bi rêxistinê re têkiliya wî tune" jî dadgehê bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê birî.
JI BER ALFEBEYA KURDÎ CEZA DANÊ
Parêzerê Kutay Hasan Kiliç, diyar kir ku di 3'yemîn danişîna dozê ya li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin, ceza dane Kutay û ev tişt got: "Miwekîlê min ji bo kekê xwe bibîne diçe Sûriyeyê dema vegerê li Kaniya Xezalan tê binçavkirin. Wêne, gotin û helbestên di telefoga miwekîlê min de kirin hincet û ceza lê birîn. Telefona wî lêkolîn dikin, hin helbest û telefona kekê wî yê li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dide tê dîtin. Helbesta Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a bi navê "Cesaret Bulaşıcıdır" (Wêrekî Buwar e), wêneya Ayşe Denîz Karacagîl, Azîz Nesîn û hwd. hemû wekî delîla sûc hesibandin. Ji ber alfabeya kurdî ceza danê."
Kiliç destnîşan kir ku wêneyên li telefonê tên barkirin dikeve jiyana taybet, wekî mînak dozeke li 4'emîn Dadgeha Îstînafê ya Dayreya Ceza ya Dîlokê hatiye dîtin de jî ev piştrast kiriye û wiha got: "Doza li vê dadgehê hat dîtin, dadgeh di biryara xwe de dibêje ku 'Wêneyên Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz di telefonê de bê ndîtin, ev nabe sedema sûc.' Ji bo wê cezayê li miwekîlê min birîne, niheqî ye."
EMNIYET: TÊKOLIYA WÎ BI RÊXISTINÊ RE TUNE
Kiliç aşkera kir ku Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr û Miduryeta Polîsan a Bajêr der barê miwekîlê wî de îdianame amade kiriye, di lêkolînan de tê gotin ku "Têkiliya wî bi rêxistinê re tune", ruxmê telefona wî paqij e jî dadgeh bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" ceza lê dibire.