WAN – Li navçeya Artemêtanê du welatî, komira ku di qazanên avahiyan de baş nehatiye şewitandin derdixin, moxil dikin û pişt re kîsê wê bi 12-13 tl difiroşin û pê debarê dikin.
Li bajarên heremê betalî û buhabûna jiyanê di asta herî jor de ye. Li her kolanên bajarên heremê xizanî bi awayekî aşkere li ber çavan dixuyê. Yek ji van mînakên balkêş jî li navçeya Artemêtanê ya Wanê ye. Du welatiyên li navçeyê dijîn ji ber betaliyê neçar in ku karê herî bêkêr bikin. Welatî ji daîreyên qazanên avahiya komira baş nehatiye şewitandin berhev dikin û li moxilê dixin. Piştî komirê li moxilê dixin, komira bi dest dixin difiroşin. Welatî bi firotina vê vê komirê debara xwe dikin.
BI BÊRA XWE DIKEVIN PEY KOMIRÊ
Welatiyan ji ber tirsa dê şaredarî navê wan hîn bibe û bacê ji wan bistîne, nexwestin navê xwe parve bikin. Ev her du welatî her roj bi kamyonetê li avahiyan digerin û komira neşewitandî kom dikin. Her du karker li ser sergoyên komirê digerin û bi bêra xwe xweliya komirê li nav hev dixin û dikevin pey komira neşewitî.
DEBARA XWE BI KOMIRA NEŞEWITANDÎ DIKIN
Komirê bi saetan di êlekê de derbas dikin û komira saxlem kom dikin. Pişt re vê komirê dixin kîsan. Li gorî derbirîna wan ji 200 kîsên komira şewitandî 20 kîs komir derdikeve. Kîsê komirê bi 12-14 TL’yan difiroşin. Qezenca rojane ya bi dest dixin nêzî 40-50 lîre ye. Her du karkeran da zanîn ku yên komirê ji wan dikirin jî welatiyên xizan in. Karkeran anî ziman ku salê 5 meh vî karî dikin û debara xwe pê dikin.
MA / Mujdat Can - Mahmut Ruvanas