STENBOL – Yek ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin jî yê Beşîr Subaşi ye. Birayê Subaşi, Burhan Subaşi diyar kir ku di sala 1990’an de heftyek îşkence li birayê wî kirin û wiha axivî: "Wê demê îkence li bedena wî kirin, niha jî îşkenceyê li cenazeyê wî dikin. Piştî 15-20 salan gora wî vekirin û îşkenceyê lê dikin.”
Ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a Bedlîsê 267 cenazeyên endamên PKK’ê derxistin û birin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Li dijî pêkanîna li ser cenazeyan nerazîbûn didomin. Halef Çoban di sala 1995’an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî jî li goristanê bû. Xwişka Çoban, Sehnaz Çoban diyar kir ku çima dewletê cenazeyên wan biriye Stenbolê û wiha pê de çû: “Heta di canê me de dilopek xwîn hebe, emê cenazeyên xwe bistînin. Heta em cenazeyan bibin cihê wan dê têkoşîna me dewam bike.”
‘DIXWAZIN NAVÊ ŞEHÎDÊN ME JI HOLÊ RABIKIN’
Çoban banga xwedîderketina cenazeyan kir û wiha axivî: “Ji dîrokê heta roja îro kesî cenazeyan ji goran dernexistiye. Çima ev dewlet ji cenazeyên zarokên me, xwişk û birayên me ditirse? Ez bang li gelê kurd dikim, bila vê pêvajoyê bişopînin û xwedî li cenazeyan derbikevin. Divê em bên gel hev û xwedî li cenaze û şehîdên xwe derbikevin. Dixwazin gorên me wek ê Şêx Seîd winda bikin û navê wan ji cîhanê paqij bikin. Ji ziyareta malbatan a goristanê ditirsin. Heta dawiyê em ê li pey cenazeyên xwe bin. Birayê min rûmet û tacegula serê me ye.”
'EM NE BAWERIN CENAZE LI SAZIYA TIBA EDLÎ NE’
Yek ji van cenazeyan jî yê Beşîr Subaşi (Reşît) ê di sala 1994’an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye. Birayê Subaşi, Burhan Subaşi ji bo ew carek din cenazeyên xwe li Xerzanê defin bikin dê bitêkoşin û wiha got: “Ji me re dibêjin cenaze li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ye. Ev 2 meh in em hewl didin. Lê hêj agahiyek zelal nedane me. Vê agahiya didin jî bi şiklekî girtî didin. Em ne bawerin cenaze li wir in. Em nizanin dê dewlet çi bike û çi neke? Şev nîvê şevê bi deh dozeran dikevin goristanê û cenazeyan derdixin. Ev mirovahiyek çawa ye, em jî fêm nakin.”
'ÎŞKENCE LI CENAZE TÊ KIRIN’
Subaşi xwest di demek kurt de cenazeyên wan radestî wan bikin û ev tişt got: “Birayê min Beşîr ji ber ku di sala 1990’an de li Goristana Karacaahmet beşdarî merasîma cenazeyê hevalê xwe bû, binçav kirin û hefteyek li Qereqola Gayrettepe îşkence lê kirin. Jixwe piştî wê îşkenceya lê hat kirin, tev li nav refên PKK’ê bû. Wê demê zindî bû îşkence lê hat kirin, niha jî piştî 15-20 salan şûn ve gora wî hat vekirin û îşkenceyê li cenazeyê wî dikin. Ji bo me, ev îşkenceya niha lê dikin ji îşkenceya dema sax bû girantir e. Dema di binçavan de li wî tenê îşkence hat kirin, lê niha îşkence li tevahiya malbata me û gelê kurd dikin.”
MA / Bîlal Seçkîn