AMED - Hevserokê DTO'yê M. Şerîf Demîr bertek nîşanî binçavkirina endamên Konseya Navendî ya TTB'ê da û diyar kir ku operasyona hatiye lidarxistin beriya hilbijartina TTB'ê pêk hatiye û bi vî awayî tê xwestin ku TTB'ê têkeve hîzayê. Demîr diyar kir ku sekna TTB'ê û cihê ku lê ye cihê serbilindiyê ye.
Piştî êrîşên li dijî Efrînê dest pê kirin, Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) danezana "Şer, pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e" weşandin. Piştî weşandina vê danezanê di serî de Serokomar, gelek rayedarên hikûmetê Endamên Konseya Navendî ya TTB'ê hedef nîşan dan. Piştî hedefnîşandanê li ser medyaya civakî kampanyayên lîncê dest pê kirin û paşê 11 endamên Konseya Navendî ya TTB'ê hatin binçavkirin. Hevserokê Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO) Mehmet Şerîf Demîr binçavkirina bijîşkan nirxand. Demîr diyar kir ku operasyona hatiye lidarxistin beriya hilbijartina TTB'ê pêk hatiye û bi vî awayî tê xwestin ku TTB'ê têkeve hîzayê. Demîr diyar kir ku sekna TTB'ê û cihê ku lê ye cihê serbilindiyê ye.
Demîr, anî ziman ku danezana ku TTB'ê weşandiye danezaneke masûmane ye û tişteke ku divê her kes bêje. Demîr diyar kir ku gotina "Şer, pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e" zêdeyî du sed salî ye tê gotin. Demîr bertek nîşanî rewşa ku danezan wek sûc hatiye hesibandin da û wiha got: "Em hemû jî baş dizanin ku şer, pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e. Ev ne tiştekî nû ye. Îro ji ber TTB ev tişt aniye ziman tê lînckirin. Serokomar ew hedef nîşan dan. Paşê daraz ket dewrê. Paşê êrîş berdewam kirin. Ev rewş bi tu awayî nayê qebûlkirin. TTB, tekane cihe ku ji bo bijîşk karên xwe bikin divê qeyda xwe lê çê bikin. Xwedî rabirdû ye. Ne komeleyeke ku duh derketibe holê. Xwe dispêre Qanûna Bingehîn û tuzuka wê heye."
‘BIJÎŞKAN DAXUYANIYA KU DIVIYA BIHATANA DAYÎN DANE'
Demîr diyar kir ku TTB daxuyaniyeke li gor tuzuka xwe daye û jixwe bijîşktî jî ew pîşe ye ku ji bo jiyana mirov e. Demîr bi lêv kir ku bijîşktî tenê nayê wateya ku li nexweşxaneyê muayeneyê bike û wiha got: "Bijîşktî, di heman demê de ji jiyan û tenduristiya civakê jî berpirsiyar e. Xala ku em dibêjin etîk tam jî ji vir dest pê dike. Xala ku em îro hatine ew e ku; şer, pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e. Hin kes vê gotinê ber bi cihekî din ve dikişînin û ev qethiyen nayê qebûlkirin. Em bijîşk di wê qenaetê de ne ku divê doz li bijîşkên ku ehlê şer in bên vekirin. Dema bijîşk ne ehlê civakê bin divê bên cezakirin, lê belê em dibînin li bijîşkên ku peywira xwe bi cih tînin lêpirsîn tên vekirin."
Demîr, destnîşan kir ku helwesta TTB'ê bi salane helwesteke mirovahiyî ye û ji ber di demên dawî de TTB daxuyaniyên ku pergala tenduristiyê rexne dike dide, bûye hedefa hikûmetê. Demîr ev tişt gotin: "TTB'yeke ku dibêje êdî pergala tenduristiyê bi rê ve naçe. Bi salane TTB ji ber sekna xwe bi êrîşan re rû bi rû dimîne. Her wiha hilbijartinên TTB'ê jî nêz dibin. Ev operasyon operasyonên ku tê xwestin TTB'ê têxin hîzayê. Tê xwestin naveroka TTB'ê bê valakirin. Divê her kes xwedî li TTB'ê derkeve. Cihê ku TTB lê ye cihê serbilindiyê ye. Em tu carî ji vê xala ku TTB lê ye tawîz nadin û em ê heta dawiyê jî li gel TTB'ê bin."
Demîr, balê kişand ser hilbijartinên TTB'ê û got bi salane kesên ehlê demokrasî, mafên mirovan û aştiyê di hilbijartinan de bi ser ketine. Demîr diyar kir ku ew ê vê rêxistinbûyîna xwe biparêzin û riya xwe bidomînin.