STENBOL - Şennur Unlu, dayika Polen Unlu ya di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, got ku di her şerî de êşên wan dubare dibin û xwest demildest dawî li êrîşên li dijî Efrînê bên. Unlu wiha axivî: "Çawa li Kobaniyê jiyanê nû ve ava kirin, dê li Efrînê jî kesên ku jiyanê ji nû ve ava bikin hebin û ew jî wekî keça min a Polenê bin."
Di nav kesên li ser bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo ji zarokên Kobanê re pêlîstokan bibin ketin rê û di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Pirsûsa Rihayê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan 10 jê jin bûn û ji van jinan yek jê Polen Unlu bû. Dayika wê Şennûr Unlu, diyar kir ku her çiqas di ser re 2 sal derbas bûbûn jî, hîna êşa wê wek roja berê ye. Unlu got zarokên ku li benda pêlîstokan bûn xeyalên wan nîvco man. Unlu destnîşan kir ku vîn û wêrekiya li Rojavayê di keça wê û gelek jinên din de jî hebû û wiha axivî: "Çawa li Kobaniyê ji nû ve jiyanê ava kirin, dê li Efrînê jî kesên jiyanê ji nû ve ava bikin, dê jinên wekî keça min Polenê bin."
‘HER ŞER ÊŞA ME NÛ DIKE'
Unlu diyar kir ku wê li her derê malê wêneyên keça xwe daliqandine û her ku li wan dinihêre dibîne ku ka şer çi qas zilimkar e. Unlu diyar kir ku di êrîşên li dijî Efrînê de herî zêde jin û zarok dimirin. Unlu derbirî ku ew wekî dayik li dijî van êrîşan gelek gotinên wê hene, lê belê peyv di gewriya wê de asê dibin û wiha domand: "Bila hemû zarok, jin bijîn. Şer ji bo her du aliyan jî êş e. Zarokên ciwan li wir li ber xwe didin û dimirin. Her roj dilê dayikan dişewite. Tim zarokên xerîbanan dimirin. Dibêjin 'Welat', 'Milet', 'Sakarya' û ciwanan dişînin şer. Her roj agir bi dilê dayikan dikeve. Keça min û hevalên wê hewl dan jiyanê ji nû ve ava bikin û kêliyekê be jî şopên şer ji holê rabikin, lê hatin kuştin. Her şer dilê me dişewitîne û êşa me teze dike. Em naxwazin tu kes êşan bikişîne. Divê rojek berî rojekê dawî li vî şerî bê."
‘DIVÊ ROJEK BERÎ ROJEKÊ ŞERÊ LI EFRÎNÊ RAWESTE'
Unlu, anî ziman ku Efrîn bajarê gelên ku xwe ji nû ve vejandin û wiha domand: "Dema ev şer biqede, wê ciwan dîsa biçin wir û zarokan bikenînin. Wê çaxê dê çi biqewime? Tim li van tiştan difikirim. Belê min keça xwe winda kir. Çi qas di ser re biçe jî êşa wê wek roja ewil e. Tekane daxwaza min ew e ku dayikek din van êşên min nekişîne. Divê rojek berî rojekê şerê li Efrînê raweste û nêvengeke aştiyê bê peydakirin."