COLEMÊRG - Li navçeyên Çelê û Şemzînanê yên Colemêrgê li dijî leşkeran êrîşên çekdarî pêk hatin. Di êrîşên çekdarî de 3 leşker jiyana xwe ji dest dan û 7 leşker jî birîndar bûn.
PKK'yiyan îro li navçeyên Çelê û Şemzînanê li dijî leşkeran 2 êrîşên çekdarî pêk anîn. Di êrîşan de 3 leşker jiyana xwe ji dest dan û 7 leşker birîndar bûn.
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê di êrîşa PKK'yiyan de leşkerekî jiyana xwe ji dest da û 5 leşker birîndar bûn. Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jî di êrîşa li dijî leşkeran de 2 leşker jiyana xwe ji dest dan û 2 leşker jî birîndar bûn.
3 LEŞKER JIYANA XWE JI DEST DAN, 7 JÎ BIRÎNDAR BÛN
Waliyê Colmêrgê Cuneyt Orhan Toprak, têkildarî bûyera li Çiyayê Govendê yê Çelê ku saet di saet di 10.00'an de pêk hat daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşê de leşkerekî biheq jiyana xwe ji dest daye û 5 leşker jî birîndar bûne.
Li Şemzînanê jî saet di 14.00'an de êrîş pêk hat. Hat diyar kirin ku êrîş li herêma Kanireşê pêk hatiye. Li gorî agahiyên destpêkê hat diyar kirin ku 2 leşker jiyana xwe ji dest dane û 2 leşker jî birîndar bûne. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.