NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Derve ya Sûriyeyê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re nameyek şand û diyar kir ku Tirkiye bi ketina axa Sûriye maf bin pê kirine.
Li gorî nûçeya ajansa Rûsî ya Spûtnîkê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê name ji NY'yê re şandiye û diyar kiriye ku TSK'ê axa wan dagir kiriye û maf bin pê kirine. Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê nameyek ji Neteweyên Yekîbî (NY) re nameyek şand û wiha got: "Rejîma Tirkiyeyê li ser belavkirina wan derewên xwe yên ku êdî kesî qanî nakin berdewam e û hewl dide ku hincetek ji êrîşên xwe yên leşkerî li ser Komara Erebî ya Sûriyeyê li gorî mefhûma xweparastinê ya di madeya 51'ê ya peymanê de peyda bike." Operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê êrîşkariyeke eşkere ye. Li ser Komara Erebî ya Sûriyeyê û selametiya xaka wê û her wiha binpêkirina hikmên peymanê ye. Ev hebûna leşkerî ya biyanî li ser erda Sûriyeyê bêyî pejirandina wê ye û êrîşkarî û dagirkerî ye. Dê li ser vê bingehê pê re were danûstendin. Ji aliyê din ve, Sûriyeyê bangî Konseya Ewlekariyê ya NY'yê kir ku rê nede tu dewletê ku hêzê bi awayekî li dijî qanûnên navdewletî bi kar bîne yan peymanê bike behane ji bo karên xwe yên êrîşkar pêk bîne.
FRANSA: EWLEKARIYA SIVÎLAN TUNE
Wezareta Derve ya Fransayê jî diyar kir ku ji ber Operasyona Tirkiyeyê ya li ser Efrînê ewlekariya sivîlên li bajar dijîn tehîdîd dike, bifikar in.
Wezareta Fransayê di daxuyaniya xwe de got: "Fransa careke din gumanên xwe ji ber destwerdana Tirkiyeyê ya li Efrînê bi bîr tîne. Ev destwerdan, ji ber sedemên meşrû ên têkilîdarî ewlekariyê Tirkiyeyê wek mafdar were nîşandan jî nabe ku rewşa mirovî ya gelê Sûriyeyê xerab bike. Êrîşên bi zanebûn ên li dijî sivîlan, navendên tenduristiyê û personelên wê binpêkirineke cidî ya hiqûqa navdewletî ye. Divê li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya NY'yê ya hejmara 2286'an tev bigerin û di şer de sazî û personelên tenduristiyê werin parastin."