NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên li dijî Efrînê di roja 13'an de didome. Di êrîşan de 104 sivîl hatin kuştin. Di van êrîşan de bombeyên ku tê navêtin, navên kesayetên tirk jî li ser tên nivîsîn. Li ser bombeyên hatin avêtin de navê Seroka Şaredara Bajarê Mezin a Aydinê ya CHP'ê Ozlem Çerçîoglu jî heye.
Şerê TSK û OSO yê li dijî Efrînê ku di 20'ê Çileyê de dest pê kir di roja 13'an de berdewam dike. Li gorî daxuyaniya rayedarên Nexweşxaneyê ya Evrînê di 13 rojan de 104 sivîl hatin kuştin. Zarok, jin kal û pîr jî di navde 156 sivîl birîndar bûn. Ruxmê ew qas mirinan, nijadperestên li Tirkiyeyê gelek kêfxweş dibin û gilêz bi devê wan dikeve. Beyî ku cudahiyê bixin naberê, ji hewa û bejahî ve bombeyan dibarînin û şerê xwe ew qas qirêj û gemar kirin ku navê siyasetmedar û rêveberên saziyên ên li Tirkiyeyê li ser van bombeyan dinvîsin.
Navên kesên li ser van bombeyan nivîsin, wêneyên wan kişandin û li ser medyaya civakî parve kirin.
Ji van navan yek jî navê Serokwekîlê Koma MHP'ê Erhan Usta ye. Ustayê MHP'î, bombeya ku navê wî li ser hatibû nivîsandin, bi nîşeya "Yeka ku hûn davêjin bibe hezar birayên min ên egîd" û bi helbesta 'Vur' (Lêxe) ya Mehmet Emîn Yurdakul parve kir.
Usta wêneyê mijara gotinê bi hesabê xwe ve zeliqand û kîna xwe wiha vereşiya: "Yeka ku hûn davêjin bibe hezar. Bila Xwedê hêz û qewetê bide birayên min ên egîd. Ey turk lêxe, li bakîrên welat, li kesên kesên ku îşlikê gunehkariyê dibeire bixe. Li cihê tasa bi hestî yên şerabî, li kesên ku xwîna şehîdan vedixwen bixe."
NAVÊ SEROKA CHP’Ê JÎ HEYE
Li gorî wêneyên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin, navên Waliyê Wanê Murat Zorluoglu, Serokê Şaredariya Nazîlliyê Haluk Alicik, Serokê Şaredariya Ispartayê Yusuf Ziya Gunaydin û xwediyê Metro Tûrîzimê Galîp Ozturk, navê Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê ya CHP'ê Ozlem Çerçîoglu hat nivîsin.
Seroka Şaredariya CHP'ê Ozlem Çerçîoglu, ji roja destpêkê heta niha pişgiriyê dide operasyonê.
Leşkerên ji Aydinê yên di operasyonê de cih digirin, navê "Topuklu Efe" li Çerçîogluya CHP'î kirin, piştî li ser topê nivîsin li ser medyaya civakî parve kirin.
Çerçîoglu dema nav û bernavkê xwe li ser topê dît, gelekî hêstewar bû.