EFRÎN - Rayedarên Nexweşxaneya Efrînê, bal kişandin ser şerê TSK'e yê li dijî Efrînê û diyar kirin ku di êrîşên TSK'ê yên 13 rojan de 104 sivîl hatin kuştin û 156 sivîl jî birîndar bûne.
Rêveberê Nexweşxaneya Evrînê Dr. Ciwan Mihemed, têkildarî encama şerê 13 rojan û êrîşên TSK'ê yên li dijî Efrînê daxuyanî da. Mihemed, anî ziman, li gel bombekirina balafirên şer tên kirin jî doktor û xebatkarên Nexweşxaneya Efrînê hewl didin alî gelê sivîl bikin. Ciwan Mihemed, destnîşan kir ku ji 20'ê Çileyê roja destpêkirina êrîşên TSK'ê û heta niha 104 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û jin, zarok û extiyar jî di nav de 156 sivîl jî birîndar bûne. Ciwan Mihemed diyar kir rewşa gelek ji birîndaran giran e û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku alîkariya gelê Efrînê bike.