ENQERE - Dê di 11'ê Sibatê de kongreya mezin a HDP'ê bê lidarxistin û amadekariyên dawî tên kirin. Dê di 2-4'ê Sibatê de 3 rojan konferans pêk bên û di van konferansan de dê xeta têkoşînê ya HDP'ê bê diyarkirin. Dê li ser hin pêşniyaran hin biryar bên girtin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 11'ê Sibatê de 3'yemîn Kongreya Asayî li dardixe û amadekariyên kongreyê li ber qedandinê ne. Berî kongreyê, HDP'ê li gelek herêman konferans li darxistin nêrîn, pêşniyar û rexneyên gel girt. Berî kongreyê dê bi konferansan vê pêvajoyê temam bikin.
3 ROJAN BÊ NAVBER KONFERANS HENE
Pişti sibê li Otela Plaza a Enqereyê 2'yemîn Konferansa Jinan a Giştî ya HDP'ê, dê 3-4'ê Sibatê de li heman cihan Konferansa Giştî ya HDP'ê pêk bên. Konferansên ku dê cuda cuda pêk bên, dê her konferansek 500 delege beşdar bibin. Konferansa dê sibê bê lidarxistin, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay dê axaftina vekirinê bike. Dîsa dê di konferansan de nameyên Hevseroka Giştî ya berê Fîgen Yuksekdag û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel bên xwendin.
DÊ DEMÎRTAŞ PÊŞNIYARÊN XWE BIŞÎNE!
Dîsa di Konfransa Giştî ya HDP'ê de dê nameya Selahattîn Demîrtaş bê xwendin. Demîrtaş di konferansên herêman de bi nameyekê aşkera kiribû ku dê nebe namzet, li bendê ye ku nameya ji delegasyona konferansa giştî re bişîne de, dê pêşniyar û nêrînên xwe parve bike.
PRESPEKTÎFA TÊKOŞÎNÊ
Li gorî agahiyan, di konferansan de dê prespektîfa têkoşîna pêşerojê ya HDP'ê bê nirxandin û li ser vê hin biryar bên girtin. Konferansa bi pêvajoya siyasî, rewşa rêxistinî û pêşnûmeya biryaran bicive, der barê geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê, êrîşa li dijî Efrînê, rejîma OHAL'ê, pêkanîna cilên yek tîp a li girtîgehan û dê li dijî van hemûyan têkoçîneke çawa bê dayîn, dê bê diyarkirin.
Di bin sernavê rewşa rêxistinî de dê têkoşîna hevpar bê destgirtin. Her wiha dê prespektîfa polîtîk a HDP'ê jî bê nirxandin û li ser van encaman dê hin biryar bên girtin.
‘SALA 2018'AN JI BO ME STRATEJÎK E’
Endamê Komîsyona Kongreyê û Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî der barê konferansan de ji Ajansa Mezopotanyayê re axivî. Temellî, diyar kir ku dê konferans bi 3 rûniştinan pêk bê û wiha got: "Em sala 2018'an ji bo têkoşîna xwe saleke stratejîk dibînin. Dê HDP têkoşîneke stratejîk a çawa bimeşîne, li ku bisekine, tiştên pêşîn çi ne? Dê li ser rêyeke çawa têkoşîna aştî û demokrasiyê bimeşîn? Dê ev hemû li ser rêgezên HDP'ê bên avakirin û bi wî şeklî bên destgirtin." Temellî destnîşan kir ku ji bo HDP'ê demokrasiya radîkal û têkoşîna azadiya gelan girîng e û dê ev rêgezên HDP'ê diyar bike.
‘EMÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ CIVAKÊ BIPARÊZIN’
Temellî der barê têkoşîna hevpar de jî ev tişt got: "Aliyên têkoşîna demokrasiyê û dijberiya şer dikin, kesên têkoşîna jinê dimeşînin û têkoşerên derûdorê dê bên gel hev. Ji bo em civakê li dijî şer û faşîzmê biparêzin, divê em civakê rêxistin bikin." Temellî bi lêv kir ku kongreya HDP'ê kongreya Tirkiyeyê ye û wiha pê de çû: "Biryarên di kongreyê de bên pêşniyarkirin, têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna li dijî şer, sekna li dijî texrîbata ekolojiyê, pirsgirêkên aboriyê, rewşa polîtîkaya jinê û şideta li dijî jinê, cilên yek tîp, têkoşîna li dijî OHAL'ê û hwd. dê bên nirxandin û ji bo vê plansazî bên kirin."
Temellî ji bo kongreya di 11'ê Sibatê e bê lidarxistin jî ev tişt anî ziman: "Kongreya HDP'ê kongreya Tirkiyeyê ye. Ji kongreya partiyekê derketiye. Ev kongre kongreya kesên li dijî şer, OHAL, şideta li dijî jinê derdikevin, kongreya wan e. Kesên pêşeroja Tirkiyeyê difikirin, ev kongreya wan e. Em di vê xalê de ne tenê bang li alîgirên partiya xwe, bang li hem gelên Tirkiyeyê dikin ku tev li kongreyê bibin. Divê em di vir de têkoşîneke hevpar bidin meşandin."