AMED – KCD bertek nîşanî girtina Hevseroka xwe Leyla Guven da. KCD’ê got ku Guven peywîra xwe ya demokrasiyê bicih aniye û KCD jî saziyek demokratîk e.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji ber ku bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê da duh hat girtin. KCD’ê der barê girtina Hevseroka xwe Guven de daxuyaniyek nivîskî da. KCD’ê diyar kir ku Tirkiye ber bi pêvajoyek xetere ve diçe û xwest hemû kes bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê bide.
‘GUVEN PEYWÎRA DEMOKRASIYÊ BICIH ANIYE’
KCD’ê destnîşan kir ku Guven siyasetmedarek berpirsyariya xwe li hember civakê bicih dianî û got: “Birêz Leyla Guven bi boneya li dijî êrîşên ser Efrînê bertek nîşan da hat girtin. Guven tercûmaniya hemû gelên Kurdistanê û demokrasiyê kir. Sekna xwe ya demokratîk nîşanî da.”
‘KCD SAZIYEK DEMOKRATÎK E’
KCD’ê anî ziman ku di salên dawî de KCD bûye hedefa AKP û mekanîzmayên darazê yên girêdayî wê û ev tişt got: “KCD bi temamî xebatek aştiyane û demokratîk birêve dibe. KCD saziyek demokratîk e.” KCD’ê diyar kir ku şîrîkatiya AKP’ê û MHP’ê dixwaze hemû saziyên demokratîk û muxalîf bêdeng bike û desthilatdariya AKP’ê dixwaze Tirkiyeyê ber bi pêvajoyek hin tarîtir û berkendal ve bibe. KCD’ê bangî her kesî kir ku li dijî şer têkoşînê bilind bikin û li dijî binçavkirina rêveberên TTB’ê û girtina Guven a neheq dengê xwe derbixin.