ENQERE - Rêveberên Konseya Navendî ya TTB'ê ya ku li dijî şerê li ser Efrînê banga şer rawestînin kirin û gotin "Şer pirsgirêka tenduristiya civakî ye" hatibûn binçavkirin, li bendê ye ku sibê wan derxin dozgeriyê.
11 rêveberên Konseya Navendî ya TTB'ê 3 roj berê daxuyaniya "ser rawestînin" û gotin "Şer pirsgirêka tenduristiya civakî ye" piştî daxuyaniyê hatin binçavkirin, li bendê ye sibê wan derxin dozgeriyê. Ji rêveberên TTB'ê 7 heb ji wan îfadeya wan a li midûriyeta polîsan bi dawî bû, 4 heb jî li bendê ye îfadeya wan îro temam bibe. Li bendê ye ku sibê 11 rêveberên TTB'ê derxin pêşberî dadgehê. Îfadeya Rêveberên Konseya Navendî ya TTB'ê Sinan Adiyaman, Sezai Berber, Yaşar Ulutaş, Hande Arpat, Nazim Yilmaz, Selma Gungor û Taner Goren bi dawî bû. Li bendê ye di nava rojê de îfadeya rêveberên TTB'ê Raşit Tukel û Ayfer Horasan, Şeyhmus Gokalp û Funda Obus jî îro bê girtin.
Hat zanîn ku ji ber Sinan Adiyaman fitiqa wî ya piştê heye di nezaretxaneyê de zahmetiyan dijî divê li ser text razê. Selma Gungor jî ji ber nexweşiya xwe divê xwarina di navde riz, gilgil u hwl de heye nexwe.
PIŞTEVANÎ ZÊDE DIBE
Piştî 11 rêveberên TTB'ê hatin binçavkirin, gelek rêxistinên neteweyî û navneteweyî piştgirî dan. Rêxistinên CPME, World Medical Association / WMA), Physicians for Human Rights/PHR yên cîhanê, HDP, CHP, EMEP, Malên Gel, Akademîsyenên Aştiyê, TÎHV, ÎHD, KESK, DİSK TMMOB û gelek sendîkayên din û dîsa HDK'ê piştgirî dan TTB’ê.