STENBOL - Denîz Kaya li ser navê girtiyên li girtîgehan daxuyanî da, xwest li dijî êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê her kes bibe yek. Kaya da zanîn ku ewê jî li ser navê girtiyan ji NY û KE'yê re nameyan bişînin.
Denîz Kaya li ser navê girtiyan daxuyanî da, bang li tevahiya gelê kurd û dostê wan kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayên wan bibin yek û xwedî li Efrînê derkevin. Kaya destnîşan kir ku ew wekî girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, ewê ji Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropayê (KE) û saziyên navneteweyî re nameyan bişînin.
'DÊ BERXWEDANA EFRÎNÊ BERSIVÊ BIDE FAŞÎZMÊ'
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Şerê li dijî Efrînê, bê tehmuliya AKP'ê û dewleta tirk a li dijî vîna kurdan e, rêxistinbûna wan qebûl nake. Di vî şerî de berjewendiyên tu karker, gundî, jin, bêkar, xizan û kesî tune. Dê berxwedana Efrînê, her roj bi ruhê Kobanê xeta serkeftinê bihûne û bersiveke xurt bide faşîzmê. Dê zeytûnên gelê Efrînê, çiqila zeytûnê ya AKP'ê parçe bike. Dê şerê li Efrînê neme şerekî ji rêzê. Berxwedana gelê Efrînê, YPG/YPJ'ê, dîsa hêzên şoreşger dê hevkariya AKP-MHP'ê têk bibe. Divê ji Kobanê heta Amedê, ji Amedê heta Silêmaniyê, ji Silêmaniyê heta Urmiyeyê, Rûsya, Almanya, Fransa, Hollanda û her dera ku kurd lê dijîn, divê li kêleka gelê Efrînê cihê xwe bigrin. Çawa gelê kurd xwedî li berxwedana Kobanê derket, divê li gel berxwedana Efrînê be jî. Divê li dijî faşîzma Erdogan-Bahçelî, têkoşîna azadiyê bimeşîne. Di serî de ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewropayê (KE), emê ji saziyên navneteweyî re nameyan bişînin."