STENBOL - Li Stenbol û Enqereyê li dijî ESP, SGDF û Partiya Şoreşger (Devrimci Parti) operasyona Efrînê, 7 kes binçav kirin.
Li Stenbol û Enqereyê li dijî endamên Partiya Sosyalîst ên Bindest (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û Partiya Şoreşger (Devrimci Parti) operasyon dest pê kirin. Hat diyarkirin ku herî kêm 7 kes binçav kirin.
Di serdagiritna polîsan a li Stenbolê de endamê Lijneya Rêveberiya Navendî yê ESP'ê Sitki Gungor, Denîz Bakir, endamê Lijneya Rêveberiya Navendî yê SGDF'ê Alî Denîz Esen, endamê ESP'ê Muhammet Bedran Çogaltay û Boran Atici binçav kirin.
Di operasyona li Enqereyê de endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Şoşeşger Ezgî Akevran û endamê Meclisa Partiyê Evren Ergîn binçav kirin. Dîsa li navnîşana endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Şoreşger Gul Nuhjîn Dînler lê dima jî lêgerîn pêk hat.
Hat gotin ji ber parvekirinên Efrînê hatine binçavkirin.