ENQERE – Dr. Sedat Abbasolgu yê di navbera salên 1998-2000’an de serokatiya duyemîn a TTB’ê kiribû, bibîr xist ku di dema rojiya mirinê de ji ber helwestên rêgezî nîşan dane rastî zextan hatin û biryarek bijîşkan a ku şer destek bikin tune ye.
Berteka li dijî binçavkirina rêveberên Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ên ku ji bo Efrînê daxuyanî dabûn û hatin binçavkirin didome. Dr. Sedat Abbasolgu yê di navbera salên 1998-2000’an de serokatiya duyemîn a TTB’ê dikir got ku zextên li ser TTB’ê ji berê ve heta niha dewam dikin.
‘EM MAFÊ JIYANÊ DIPARÊZ IN’
Abbasoglu destnîşan kir ku ji ber wan di sala 1984’an de gotin “Ji darvekirinê re na” bijîşkên TTB’ê hatin darizandin. Abbasoglu bibîr xist ku di dema rojiya mirinê de ji ber helwestên rêgezî nîşan dane rastî zextan hatin û got: “Em li gel rêxistina pîşeyî di heman demê de rêxistinek girseyî ya demokratîk in. Em mafê jiyana mirovan diparêz in. Ji ber vê me ji ‘Darvekirinê’ re gotibû na. Di dema rojiya mirinê de me mafê jiyanê parastibû. Em ne li nasnameya kesên di rojiya mirinê de em xwedî li mafê wan jiyanî derketibûn. Qey tu yê bêjî em mirinê diparêzin. Em her demê aştiyê parastiye.”
‘WIHA FÊRÎ ME KIRIN’
Abbasoglu da zanîn ku ji ber rêveberên TTB’ê mafê jiyanê parastine hatine binçavkirin û “Vê yekê di zanîngehan de fêrî me kirin. Em ne alîgirê mirina tu kesî ne. Em ê vê yekê jî biparêz in.”
'BIJÎŞK NE ALÎGIRÊ ŞER IN’
Abbasoglu anî ziman ku bijîşk şer destek nakin û wiha dewam kir: “Biryarek ku bijîşk şer destek bikin û bi daxuyaniyan piştigiriyê bidin tune ye. Elbet em ê daxuyaniya daxwaza aştiyê bidin û aştiyê biparêz in. Em ê parastina aştiyê jî dewam bikin. Dixwazî bila ev li nav welat be yan jî bila li derveyî welat be. Ev peywîra qanûnî ya TTB’ê ye. Tenduristî tenê ji bedenê pêk tê û di warê civakî de başî ye. Tenduristî di heman demê de başiyek siyasî ye jî.”
Abbasolgu xwest ku 11 rêveberên TTB’ê demil dest bên berdan û got ku ew di pêvajoyek li dijî hiqûqê de derbas dibin.