NAVENDA NÛÇEYAN – Nûçegîhanê AFP'ê, yê çû li ser Perestgeha dirokîya Eyn Dara ku balafirên şer bombe kir bi ser navê “Perestgeha 3 hezar sal di 26'ê Çile de di bombekirina balafirên şer ên Tirkiye de zerarek mezin dît. Freskên Kevirê Bazalt ên li ser wan sewalên bi bask hatin kolandin di bin kevalan de man û êdi nayên naskirin" kir mijara nûçeyê.
Balafirên şer ên TSK'ê di 26'ê Çile de di çarçoveya operasyona li ser Efrînê de perestgeha dîrokî ya Eyn Dara bombebaran kir û gelek berhemên dîrokî perçe kirin. Perestgeha Eyn Dara bi zimanê Îbranî di pirtûka pîroz Încilê de wekî Peperestgeha Yekemîn tê zanîn. Vê perestgehê dişibînin Perestgehae Suleyman. Tê zanîn ku Perestgeha Eyn Dara Beriya Mîladê di sala 1300'an de hatiye avakirin. Perestgeha Eyn Dara 3 hezar û 300 salin tevî hemû şerê dijwar heta îro hebûna xwe parast, lê ji aliyê balafirên şer ên TSK'ê ve hatin rûxandin û wêrankirin.
Nûçegîhanê AFP'ê, yê çû li ser Perestgeha dirokîya Eyn Dara ku balafirên şer bombe kir bi ser navê “Perestgeha 3 hezar sal di 26'ê Çile de di bombekirina balafirên şer ên Tirkiye de zerarek mezin dît. Freskên Kevirê Bazalt ên li ser wan sewalên bi bask hatin kolandin di bin kevalan de man û êdi nayên naskirin" kir mijara nûçeyê. Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Fransî AFP Delîl Suleyman, li Efrînê perestgeha Eyn Dara ku bi hezaran salan hatiye avakirin û piştî hat rûxandin ziyaret kir. Suleyman, der barê bombekirina balafirên şer ên TSK'ê çavderiyên xwe parve kirin.
Suleyman diyar kir ku Perestgeha Eyn Dara ku 3 hezar salin hebûna xwe parastiye, piştî êrîşa balafirên şer ên TSK'ê peykerên serdema hesin tenê pençeyên şêran mane û yên din tev perçe bûne. Suleyman, anî ziman ku rayedarên Sûriyeyî û kurdan destnîşan kirine ku perestgeh û peyker ji ber êrîşên balafirên şer ên TSK'ê zerar dîtine û wiha nivîsand: "TSK jî daxuyanî da û diyar kir ku di hedefa wan de nirxên oli û çandî tune ye. Perestgeha Eyn Dara di serdema Hîtîtên ciwan de Beriya Mîladê 1300 û 700 sal berê hatiye avakirin. Perestgeh li Gundekî Afrinê hatiye avakirin. Tê gotin ku ev perestgeh ji bo xwedavenda evîn û bereketê Îştar ya mîtolojiya Akadan hatiye avakirin. Li gori îdareya Berhemên Dîrokî ya Sûriye ev perestgeh heta hefteyek berê yek ji bîrdariyên herî girîng ên Beriya Mîladê ku ji aliyê aramiyan ve hatiye avakirin cihê xwe digirt. Lê ev perestgeh piştî 26'ê Çile ku balafiran Tirkiye bombe kirin zerake mezin dît. Pêpelokê ku di perestgehê de cih girtin ser û bin bûn. Kevirên bazalt ên reş ku li ser wan fîguherê şêran û fresk hatibûn neqişandin tev hatin rûxandin û xera bûn. Êdî nayên naskirin. Nava perestgehê zerar dîtiye. Pişta perestgehê tenê zerar nedîtiye. Peykerê şêr ê ji kevirê bazalt hatiye çêkirin hêj li girên Efrînê yên kesk dinere. Welatiyê nêzî Perestgeha Eyn Dara Ahmed Salih got “Ez li ser pêpelokê mala xwe rûniştibûm. Êrîşek pir dijwar pêk hat. Cilê em lê hejiya."
Endamê Konseya Berhemên Dîrokî yê Efrînê Arkeolog Salih el Din Senno jî got ji sedî 40- 50 perestgeha Eyn Dara zerar dîtiye. Ji ketina peretgehê heta hundirê wê zerar dîtiye. Pemû peygerên Efsanevî yên sewalan perçe perçe bûne. Peykerên perçe bûne li 100 metre kare belav bûne.
Yek ji rayedarên UNESCO ku nexwest navê xwe bide jî got “Perestgeha Ayn Dara yek ji perestgehê herî xweşik bû. Di mîrateya olî ya Suriye-Hititan de cihekî pir girîng digirt. Piştî bombekirinê milê başûr û nava avahiyê zerarek mezin dîtiye. Hin berhem jî perçe perçe bûne. "
Suleyman, di berdewama nûçeyê de diyar kir ku di şerê Sûriye yê ji sala 2011'an de dest pê kir bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek warên dîrokî xera bûn û wiha nivîsand: "“Rêxistina DAIŞ'ê zerarek mezin da warê dirokî Palmira. DAIŞ'ê li vir peykerê El Lat ê 2 hezar sal temenê wî heye perçe kirin. Perestgeha Bel xera kirin. Midûrê Berhemên Dîrokî yê Suriye Maamun Abdülkerim diyar kir ku zerardayîna Perestgeha Eyn Dara bi qasî zerardayîna Peretgeha Bel girîng e û rewşek hov e. Ev ji bo cîhanê felaketek gelek mezin e. Di vê êrişa hewaşî de şaristaniya 3 hezar sal winda bû.
Em bi fikarin ku 40 gundên dîrokî yên li ‘Bajarê Antîk ên Bakurê Sûriye ku li Efrînê ne zerar bibînin.