MÊRSÎN – Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên kedê yên li Mêrsînê diyar kirin ku ew şahidê rojnamegeriya Erdogan Alyumat in û xwestin rojnameger Alayumat bê berdan.
Nûçegihanên dihaber a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Erdogan Alayûmat û Nurî Akman dema li Hatayê nûçe dişopandin hatibûn binçavkirin. Alayûmat hatibû girtin û Akman hatibû berdan. Alayumat û Akman dê di 2’yê Sibatê de cara yekemîn li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Hatayê derbikevin pêşberî dadger. Der barê her du rojnamegeran de çêkirin nûçeyan kirine hînceta girtinê. Ji her rojnamgerekî re bi îdiayên “Sirên dewletê aşkere kirine û bi armanca agahî bi siyaset û leşkeriyê re parve kirine” û “Endamên rêxistinê ne” 45 sal cezayê hepsê tê xwestin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên kedê yên li Mêrsînê xwestin rojnameger Erdogan Alayumat bê berdan.
‘ROJNAMEGER NÛÇE ÇÊNEKE LÊ WÊ ÇIBIKE’
Serokê Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) Mehmet Taşçi diyar kir ku pêwîste tu rojnameger ji ber nûçeyê çêdike neyê binçavkirin û girtin û got: “Em şahidê rojnamegeriya Erdogan Alyumat in. Ji ber rastiya heremê kir nûçe hat girtin. Rojnameger nûçeya çêneke lê wê çi bike. Rojnameger Alayumat demil dest berdin.”
‘ROJNAMEGERÎ NE SÛC E’
Hevseroka Şaxa SES’ê ya Mêrsînê Ozge Goncu anî ziman ku Erdogan Alyumat dengê alîgirên aştiyê û kedê ji gel ra radigihand û got: “Çawa aştî xwestin ne sûc e, rojnmegerî jî ne sûc e. Di şexsê Alyumat de bila hemû rojnamegeran berdin.”
Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) yê Mêrsînê Yusuf Kaya jî da zanîn ku cezakirina rojnamegeran asta Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de radixe ber çavan ku çiqas li paş maye û wiha got: “Em Erdogan Alyumat wek rojnamegerek ku her tim daxwaza kedkarên cemaweriyê, çîna karkeran û xizanan dianî ziman dinasin. Li welatek çapemenî ne azad be, ne pêkane ku mirov behsa demokrasiyê bike.”
'NÛÇE CEZAKIRIN NE RAST E’
Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Mêrsînê Sînan Muşlu jî got ku darizandina rojnamegeran a ji ber çêkirina nûçeyan ne rast e û xwest di şexsê Alyumat de hemû rojnamegerên girtî bên berdan.
'EM Ê XWEDÎ DERBIKEVIN’
Serokê Şaxa Genel-Îş’ê ya girêdayî DÎSK’ê Kemal Goksoy jî da zanîn ku Alayumat ji ber peywîra baş bi cih aniye girtiye û ew ê li hemû rojnamegerên girtî û Erdogan Alayumat xwedî derbikevin.
'LI SER ROJNAMGERAN ZEXT HENE’
Rêvebera Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê Sevgî Aktaş jî bilêv kir ku ji ber Erdogan Alayumat rastiyê nivîsandiye girtî ne û nûçeyên Erdogan çêkiriye sûc nayê hesibandin û daxwaza berdana Alayumat kir.
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê Alî Tanriverdî jî bibîr xist ku li ser rojnamegeran gelek zexte hene û got ku Alayumat bi sîxûriyê sûcdarkirin nayê qebûlkirin. Tariverdî anî ziman ku Erdogan Alayumat rojnameger e û xwst Alayumat di danişîna ewil de bê berdan.