AMED – Parêzer Sidki Zîlan ê ji Hareketa Azadî bertek nîşanî fermana Dîyanetê ku xwest Sûreya Fetîh ji bo operasyona Efrînê li mizgeftan bixwînin û weke “cîhadê” binav kir da û got: “DAIŞ’ê jî digot ‘ez cîhadê dikim.’ Saadam jî ji komkujiyê re got Enfal. Wê tu kurd nebe şîrîkê dagirkeriyê.”
Berpirsê Karê Siyasî yê Hareketa Azadî parêzer Sidki Zîlan di 23'ê çile de bi hinceta di Twîtterê de parvekirinên ji bo Efrînê bi îdiaya “Gel tahrîkî kîn û dijminahiyê kiriye” û “Heqaret li Serokomar kiriye” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin. Zîlan bi şerta “kontrola adlî” hatibû berdan. Zîlan got ku li gel zextan jî dê berteka xwe bîne ziman.
‘EFRÎN AXA KURDISTANÊ YE’
Zîlan diyar kir ku bi hîncetên Tirkiye êrîş dibe ser Efrînê ne rewa ne û got: “Efrîn axa Kurdistanê ye. Navê xwe ji Çiyayê Kurmanc digire. Ev di hemû pirtûkên dîrokê de derbas dibe. YPG û PYD rêxistinên nû ne, lê kurd her tim li wir bûne. Niha ji bo êrîşan rewa bikin êrîşa roketan dikin hincet. Ez ne bawerim roket ji wî alî tê avêtin. Bi êrîşan dixwazin pêşiya statûya kurdan bigirin. Naxwazin kurd bi nasnameya xwe tevger bikin. Her tim dixwazin ku kurd wek mêvan li cîhanê bimînin.”
‘YÊN DIGOTIN ÇI KARÊ WE LI SÛRIYEYÊ HEYE JÎ DESTEK DIDIN ÊRÎŞAN’
Zîlan anî ziman ku tu kurdek êrîşa li ser Efrînê destek nake û wiha dewam kir: “Tu kurd nabe şîrîkê vê êrîşê. Yên ku demek berê digotin çi karê we li Sûriyeyê heye, niha destek didin êrîşan.” Zîlan da zanîn ku êrîşa ser Efrînê bi destûrdayîna Rûsya û DYA’yê pêk tê û got: “Kurdan li dijî hovîtiya DAIŞ’ê berxwedanek bêhempa nîşan dan. DYA berê xwest bi OSO re tevger bike, lê dît ku OSO şer nake DYA ji neçarî berê xwe da kurdan. Kurdan bi berxwedana xwe wir birêve bir.”
‘ÎSLAMIYETÊ JI BO XIZMETA XWE BIKAR TÎNIN’
Zîlan li dijî daxuyaniyên Diyanetê bertek nîşan da û wiha got: “Diyanet me temsîl nake. Ne saziya me ye. Mafê me jî naparêz e. Divê ew xwe bi xwe şerm bikin. Ev li Îranê jî wiha ye. Hestên kurdan ên ji bo îslamiyetê samîmî ye. Îslamiyetê ji bo xizmeta xwe bikar tînin. Li Tirkiyeyê Diyanet di bin kontrola desthilatdariyê de tevger dike. Navên wek Îhsan Elîaçik li dijî van êrîşan derdikevin. Lê em dibînin sazî û cematên bêdeng jî dimînin hene.”
‘DAIŞ’Ê JI DIGOT EZ CÎHADÊ DIKIM’
Zîlan li dijî bilêvkirina “cîhadê” ya Diyanetê jî bertek nîşan da û wiha axivî: “Îslam olek pîroz e. Lê ev bi xerabî ji îslamiyetê sûd werdigirin. DAIŞ’ê jî digot ‘ez cîhadê dikim.’ Saadam jî navê Enfalê li komkujiyê kir. Dema li Dêrsimê komkujî pêk dianîn jî digot ‘ev ne misilmanin.’ Tirkiye her şaşîtiya dike, kirasekî olî lê dike. Tirkiye cîhadê nake. Bi gotinan manîpulasyonê nake. Tirkiye derketiye derveyî sînor. Tirkiye ketiye sînorê welatek din û şer dike. Yên di vî şerê neheq de jiyana xwe ji dest didin çawa dibin şehît? Parastina mirovan a xaka xwe ne mafê wan ê herî xwezayî ne? Kurd niha li ser axa xwe dijîn. Her tişt li holê ye. Ji ber vê yekê jî ez her tiştî û meqamiya şehît jî ez hewaleyî xwedê dikm.”
‘EREB Û TIRKMEN JÎ JIYANA XWE JI DEST DIDIN’
Zîlan destnîşan kir ku tenê yên li ber xwe didin di êrîşan de jiyana xwe ji dest didin û got: “Tenê ne kurd, ereb û tirkmen jî di bombebaranê de jiyana xwe ji dest didin. Yên zerarê dibînin hemû sivîl in û xwe li Efrînê girtine.”
MA / Cîhan Olmez