DÊRSIM – Pîrê elewiyan Nesîmî Genlîk êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê nirxand, diyar kir ku çiqila zeytûnê ya dirêjî Efrînê kirine bêhna xwînê jê tê û wiha got: "Ez tu wateyê nadin êrîşa li dijî Efrînê, bi vekirî zilmê dikin. Divê em hemû bi ruh û sekna Huseyîn li dijî şerê Erfînê rawestin."
Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Erfînê di roja 13'emîn de dewam dike, kesên li welat li dijî şer derdikevin, gotinan tînin ziman tên binçavkirin û girtin. Zextên li dijî welatiyan her ku diçe zêde dibe. Pîrê elewiyan Nesîmî Genlîk nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî Efrînê da û aliyê wê yê baweriyê nirxand. Genlîk, aşkera kir ku ew bi salan e cîranê gelê Efrînê ne, bi tu awayî gefek li wan nexwarine û ev tişt got: "Efrîn warê biratî û jiyana bi hev re ye. Ji bo wê jî di warê olî de dema bê nirxandin, gotina 'Cîran muhtacê nanê cîranan e' di vir de bi şênberî derdikeve pêş."
‘BÊHNA XWÎNÊ JI ÇIQILA ZEYTÛNÊ TÊ’
Genlîk destnîşan kir ku navê operasyona li dijî Efrînê "Tevgera Çiqla Zeytûnê" ye û nerazîbûn nîşanî vî navî da û ev tişt anî ziman: "Cihê ku çiqila zeytûnê lê be, li wir aştî û biratî heye. Dara zeytûnê bi xwe dareke pîroz e. Dara zeytûnê berheman dide. Mirov bi wê debara xwe dikin. Di hin baweriyan de xwedî pîroziyê ye. Heke navê çiqila zeytûnê li tiştekî bê kirin, divê aştî û aramî hebe. Divê qencî û xweşî hebe. Navê çiqila zeytûnê dema li tiştekî hat kirin, divê xwîn nerije û kes jiyana xwe ji dest nede. Navê wê çiqila zeytûnê ye, lê xwîn jê diherike, barût jê radibe. Ev jî mirov kujî ye. Kê ev can dabe ew jê distîne. Ev di heman demê de dijberiya heq e."
‘XWEDÊ EV HIŞMENDÎ LANET KIRIYE’
Genlîk diyar kir ku bêhna xwîn, zilm û zordestiyê ji operasyona li dijî Efrînê tê, di warê mirovahiyê de, ji wijdan û merhemetê dûrahî heye û wiha pê de çû: "Êrîş di heman demê de zerarê dide ruh û wijdana mirovan. Kesên xwedî wijdan tiştên wiha nakin. Heta niha tu şer bi mertî nehatiye kirin. Ne merdane ev şer meşandine. Denên mînareyê yên li Tirkiyeyê û dengê bangê yê li Efrînê tev li hev bûne. Heke em di nava wan sînorên ku deng tev li hev bûne de nikaribin bijîn, divê em ji baweriya xwe fikaran bikin. Ev êrîş ji bo rant û berjewendiya tê kirin. Ev hişmendiyeke niheq e. Rebê alemê ev hişmendî her dem lanet kiriye. Tu demê dia nexwendiye. Ji bo kesên di vê rêyêde dimirin jî heman tişt gotiye."
‘HIŞÊ MIN VÊ ÊRÎŞÊ RANAKE’
Genlîk anî ziman ku hişê wî van êrîşên li dijî Efrînê ranake û ev nirxandin kir: "Li mizgeftan xutbe tên xwendin. Yew ez dipirsim cihên ku hûn diçinê kuderê ye? Cihê ku hûn lê şer dikin, hûn mizgeftên wan bombe dikin. Qîbleya te, kabe û pêxemberên te eynî ye, tu çi bombe dikî? Ev tişta tê kirin bi tu baweriyê re têkiliya we tune. Ji bo berjewendiyên xwe bigirin bin ewlehiyê, niheqiyê dikin. Mezinayî ya heq e. Divê mirov bizanibin ku ew evdê xwedê ne. Ez tu wateyê nadim vî şerî. Ev zilm e. Baweriya min bi vê tê. 'Nifirê mazluman negire dê piçik piçik ji difinê te re bê.' Şerê li dijî Efrînê dê ji bo Tirkiyeyê tu tiştî neyne. De bide windakirin."
‘BI RUHÊ HUSEYÎN LI DIJÎ ŞER RAWESTIN’
Genlîk li ser bombebarana gundê elewiyan a li Erfînê jî rawestiya û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Êrîşa li dijî gundên elewiyan jî balkêş e. Ev berdewama hişmendiya kîndar e. Diyar e hişmendiya Yezîd dewam dike. Hêj ev kîn û hêrs bi dawî nebûye. Hişmendiya Yezîd îro careke din di şexsê AKP'ê de li Şengal û bazarên koleyan xwe da der. Li dijî êrîşan çeka herî xurt a elewiyan nifirin. Divê em bi sekna Huseyîn li dijî êrîşan rawestin. Dê êrîşkar di zilma xwe de bifetisin. Di salên 1937-38'an de hişmendiya li dijî elewiyan xwe da der. Ev zilm bi zanebûn û bi xwestek pêk hat û divê em vê qebûl nekin."
MA / Semra Turan