Sariyildiz: Efrîn dê Erdogan ji desthilatdariyê bixîne

img

ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz diyar kir ku Erdogan dê di êrîşên Efrînê de bi ser nekeve û got: “Têkçûyîna Efrînê dê Erdogan ji desthilatdariyê bixîne.” 

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê wekîliya wî hat betalkirin, ev demeke xebatên xwe yên siyasî li Ewropayê dide meşandin. Sariyildiz êrîşên li ser Efrînê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.  
 
‘PÊŞIYA ERDOGAN VEBÛ’ 
 
Sariyildiz êrîşên li dijî Efrînê wek “hewldana dagirkirinê” bi nav kir û got: “Êrîş bi erêkirina hêzên kurewî pêk tê û du sedemên vê yên cuda hene. Yek ji van parçekirin û darbekirina rêxistina demokratîk a siyasî ye. Armanca din jî ew e ku pergala Erdogan hêdî hêdî ji bo cîhane dibe tehdît û vê yekê sînor bike û dûbare hilde bin kontrola xwe.” 
 
Sariyildiz da zanîn ku pergala cîhanê Tirkiyeyê dibe ser Efrînê û wiha dewam kir: “Pergala cîhanê Erdogan dixe nav çiravê. Ez difikirim ku hem dewleta Erdogan û hem jî siyaseta kurdan li gorî xwe terbiye dikin û li ser vê tev digerin. Mirov dikare wek operasyoneka cîhanî jî bixwîne. Bi vî awayî pêşiya Erdogan jî vebû. Pergala cîhanê Erdogan teşwîqî çiravê dike. Li aliyê din jî planên global pêk tîne û li pey mudaxelekirina krîzê ye.” 
 
‘OSO LI BER XWE NEDA, PÊVAJOYÊ BI BERXWEDANA GELÊ KURD DEST PÊ KIR’ 
 
Sariyildiz bi bîr xist ku ji roja destpêkê ya şerê Sûriyê rêxistinên kurdan nehatin dîtin û piştî kurdan li ber xwe da li Sûriyeyê bûn hêza diyarker. 
 
Sariyildiz wiha got: “Di salên ewil ê şerê li Sûriyeyê de hesab li ser OSO û rêxistinên wek wê didan meşandin. Lê wan tu hebûna xwe nîşan neda. Piştî demek hat dîtin ku hêza DAIŞ’ê ji kontrolê derket. Ewil ji bo hin mudaxeleyan DAIŞ’ê hêza xwe ya bi sînorkirî wek derfetên mudaxeleyê dît. Lê piştî demek şûn de hat dîtin ku DAIŞ wek hêzek cidî hat dîtin. Çimkî nîvê Sûriyeyê bi dest xistibû. Ji bo cîhanê jî tehdîtek mezin derxist holê û cîhan li hember vê ket nav fikaran. OSO li hember vê li ber xwe neda. Pêvajoya li Kobaniyê bi berxwedana şervanên bi rûmet ên kurd dest pê kir. Di vî warî de DYA û hêzên wek wan kurd wek hevkariyek îdeal hatin dîtin." 
 
Sariyildiz helwesta hêzên navnetewî ya der barê êrîşên li hemberî Efrînê jî nirxand. 
 
‘EWROPA JI BO BERJEWENDIYÊN XWE NAXWEZE TIRKIYE BIKEVE KRÎZÊ’ 
 
Sariyildiz bal kişand ser bêdengiya Ewropayê ya ji bo Efrînê û got: “Ewropa ji bo berjwendiyên xwe girîngiyê dide mijaran. Welatên Ewropa ji ber bi milyaran deynê wan li Tirkiyeyê ye, naxwazin ku Tirkiye bikeve nav krîzê. Ji ber vî awayî jî carna wek Erdogan dibin dîktator û dengê xwe dernaxin.” 
 
‘DIBE ZEXT PÊVAJOYÊ BIGUHERÎNIN’ 
 
Sariyildiz destnîşan kir ku li gel vê yekê îro tevahiya gelê kurd li welatên Ewropa rabûye ser piyan û wiha lê zêde kir: “Kolanên Ewropa ji pêvajoya berxwedana Kobanê bihûriye. Li seranserî Ewropayê hêrsa kurdan û dostên wan serdest e. Di pêvajoya Kobanê de jî wisa bûbû. Di wê pêvajoyê de cîhan li hember dagirkirina Kobaniyê bêdeng mabû. Lê piştî demekê şûn ve li ser zextên gelê me yê li Ewropa nêrîna hêzên navnetewî guherandin. Dibe ku ev di pêvajoya Efrînê de jî wiha bibe.” 
 
‘WÊ DEMÊ DAIŞ BÛ NIHA JÎ TIRKIYE’ 
 
Sariyildiz bal kişand ser êrîşên DAIŞ’ê û Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dûh li Kobaniyê êrîşên çeteyan hebûn. Niha jî êrîşên dewletekê hene. Rê û rêbaza şerê li dijî Efrînê dagirkerî ye. Îro li Efrînê sûcê şer tê birêvebirin. Li wir hewldana dagirkirina bajêr heye.” 
 
Sariyildiz anî ziman ku Neteweyên Yekbûyî (NY) rêgezan bin pê kiriye û dê hêrsa gelê kurd a li Ewropayê wek pêvajoya Kobanê dê Tirkiyeyê bixe nav rewşek zor. 
 
‘DÊ ERDOGAN BIKEVE’ 
 
Sariyildiz di berdewamiya niraxandina xwe de wiha got: “Serkeftina Efrînê dê bibe sedemê pêngavên şoreşgerî ya li Bakurê Kurdîstanê jî. Çimkî Tirkiye tişta dixwaze li Efrînê bike dê pêk neyne. Erdogan û dewleta xwe nikarin li Efrînê tiştekî bi dest bixin û dê mehkûmî çûyînê bibin. Wê hemû dînamîk û bendên (klîkên) din fatûreyê bidin ser pişta Erdogan û dê Erdogan daxînin. Sedemê êrîşkariya ew qas dijwar a Erdogan jî ev e. Niha li Tirkiyeyê ser hişmendiyê hatiye girtin. Aqil cemidiye.” 
 
‘ERDOGAN HEVKARÊ DAIŞ’Ê YE’ 
 
Sariyildiz Serokomar Recep Tayîp Erdogan wek “Hevkarê DAIŞ’ê” pênase kir û got: “Tevgerîna demên dawî yên Erdogan yên dagirkeriyê ne. Ji bo Tirkiyeyê dîzayn bike ji DAIŞ’ê destek digire û rêbazê wan bi kar tîne. Lewma divê mirov têgeha hevkarê DAIŞ’ê ji bo Erdogan bi kar bîne.” 
 
MA / Selman Guzelyuz 
 

Sernavên din

01/02/2018
09:31 Sariyildiz: Efrîn dê Erdogan ji desthilatdariyê bixîne
09:30 Husên: Armanc rawestandina projeya Bakurê Sûriyeyê ye
09:30 Mêrdîn bi hemû reng û dengê xwe ji bo kongreyê amade ye
09:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Sibatê daxuyand
09:28 Li Edeneyê seferberiya kongreyê: Em ê ji bo aştiyê li Enqereyê bin
09:27 Malbat bertek nîşanî yektîpiyê dan: Wê nikaribin serî bidin tewandin
09:27 Prof. Fîncanci: Birînên darbeya 12'ê Îlonê kûrtir dibin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2018'AN
31/01/2018
22:26 Guven: Li pişt axaftinên xwe me, ne mecbûr im polîtîkayên AKP’ê bipejirînim
21:16 Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin
20:03 Serokê Rêxistina Efûyê yê Tirkiyeyê Taner Kiliç hat berdan
19:07 Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat girtin
18:50 Hevserokê HDP'ê yê Agiriyê hat girtin
17:41 Li sînorê Bazîdê leşkerek hat kuştin
17:07 Wezîra Karên Derve yê Rûs: Li Efrînê tevî sivîlan bi sedan kes hatin kuştin
16:33 Tuncel: Ez li pişt gotinê xwe me
16:06 Jinên DBP’î dê dest bi seferberiya rêxistinbûyînê bikin
16:00 Lijneya Rûmetê ya Bilind: TTB li pişt soza xwe ye
15:53 Bi daxwaza girtinê Leyla Guven şandin dadgehê
15:35 Elî: Pirsgirêka Sûriye ji ber hêzên navneteweyî li hev nakin çareser nabe
15:23 Ozdemîr: Ez nikarim banga ji bo aştiyê pişt guh bikim
15:21 Parêzeran xwestin giliyê dozgerê doza 10’ê Cotmehê bê kirin
14:28 TSK'ê bi obusan navenda Efrînê bombe kir
14:17 Nerazîbûna li dijî binçavkirina rêveberên TTB’ê zêde dibe
14:16 Polîsan xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî binçav kir
14:10 ÎRA banga beşdariya doza rojnameger Alayumat û Akman kir
14:00 Bi deh hezaran meşiyan û êrîşa li ser Efrînê şermezar kirin
13:45 Parlamentoya Kurdistan: Êrîşa li ser Efrînê dagirkerî ye
13:30 Oldarên Efrînê: Xebatên Diyanetê Dersim, Çorûm û Sêwasê tîne bîra me
13:29 Rêxistina Cebhe El-Şebiyê êrîşa konvoya TSK’ê girt ser xwe
12:58 Macron: Divê operasyona Tirkiye nebe dagirkeriya Efrînê
12:56 Hevseroka KCD'ê Guven derxistin edliyeyê
12:34 Danişîna doza parazvanên mafên mirovan a Buyukada dest pê kir
12:08 Dîplomasiya HDP'ê ji bo Efrînê meclisa federal a Alman ziyaret kir
12:03 Helebçe ji bo Efrînê dimeşe
12:02 Kurd êrîşa li dijî Efrînê li dijî xwe dibînin
11:25 Efrînî: Em li vir in û bi hev re dijîn
11:23 Nameya girtiyan jin 'bifikare' dîtin
11:18 Bav Barlak: Bi vê biryarê gotin polîs dikare mirovan bikuje
11:17 Esnafên bazarê ketine derdê debara xwe
10:57 Başkaya: Desthilatdarî li Efrînê agir pê xist, dibe ku nikaribe vemirîne
10:23 Bostan Unsal: Lînca li dijî me nişan dide operasyon neheq e
10:07 Di navbera OSO û TSK'ê de çi diqewime?
09:31 Endamê DÎB’ê Tuzel: Divê CHP li gel aştîxwazan tev bigere
09:27 Koordînasyona ku îstismarên zarokan dişopîne tê avakirin
09:27 Hempîşeyên rojnameger Alayûmat: Bila Alayûmat di danişîna ewil de bê berdin
09:26 Der barê leşkerê ajokarê wesayîta zirxî yê li Liceyê jina 85 salî eciqand de doz hat vekirin
09:26 Dozeke din a Demîrtaş neqlî Enqereyê kirin
09:25 Seydayê medreseyê der barê rûxandina goristanan de: Dijminatî ye
09:24 Heyva Sor: Li Efrînê 20 jê zarok 65 sivîl hatin kuştin
09:23 Malbata welatiyê hat windakirin di bin tehdîtan de ye
09:22 Taşçier: Divê kurd ji bo xatirê Efrînê bibin yek
09:22 Xizmên girtiyan: Ne em, ne jî zarokên me serî natewînin
09:21 KESK: Bi KHK'yan hepsa zayendiya civakî dan jinan
09:20 Çav berdan tekane qada hêşîn a Îskenederûnê jî!
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2018'AN
30/01/2018
19:23 Rêxistinên Civaka Demokratik binçavkirina bijîşkên TTB'ê şermezar kirin
18:36 Dozger serlêdana cara 726'emîn a parêzerên Ocalan red kir
17:34 Hasîp Gun piştî ji dilê xwe emelyat bû birin girtîgehê
17:15 Metal Îş û MESS'ê li hev kir
16:41 Kemalbay: Tirkiye dê li dadgehên navneteweyî bê darizandin
16:41 Rojnameger Candemîr hat berdan
16:24 HDP: Desthilatdariyê li dijî aştiyê şer daye destpêkirin
16:12 Welatiyê dermankirina penceşerê ditît binçav kirin
15:50 Akademîsyenên Aştiyê: Ji ber ne sûc e pêwîstî bi parastinê jî tune ye
15:38 Saziyên Edeneyê piştgiriya dan TTB’ê: Parastina aştiyê qehremanî ye
15:09 Der barê cinayetê de fermandarên xwe agahdar nekirine
14:59 Doza Ahmet Şik hat dîtin
14:44 Ji bo kongreya HDP’ê bang li gel kirin
14:30 Bi îdiaya ‘dê çalakî li dar bixin’ hatin binçavkirin
14:29 Soçiya bê kurd di roja duyemîn de ye: Dê tiştek jê derneyê
14:23 Bîlgen: Em ê li dijî şer mafê jiyan û aştiyê biparêz in
14:14 Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê: Bijîşkan demil dest serbest berdin
13:56 Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Gokalp li Amedê hat binçavkirin
13:47 Avahiya TTB’ê di bin dorpêçê de ye: Bêguman em ê jiyanê biaperêz in
13:15 Ersanli: Baweriya ji yek rastiyekê dijî jiyanê ye
13:07 Li dijî binçavkirinên TTB’ê bertek: Dixwazin ser çi biniximînin?
12:38 Gelê Efrînê: Ev der male, ne qereqol û ne jî qada leşkerî heye
12:37 Şûraya Dewletê îtîraza ji bo hilweşandina Sûrê red kir
12:04 Seferî Yilmaz: Dîlgirtin dewam dike
11:33 Hem îxbar dikin hem jî lêpirsînê didin destpêkirin
11:23 Ji bo Sîsê Bîngol serlêdana ‘serbestiya bi kontrol’
11:06 Parêzerên Ocalan cara 726’emîn serî li dozgeriyê dan
11:06 'Jin jiyan e, em bi wêrekî jiyanê diparêzin'
11:05 ‘Qestel warê êzîdiyan e û ev êrîş jî dewama Şengalê ye’
10:29 Dema binçavkirina Guven dirêj kirin
10:21 Ozsoy: Hêzên navnetewî ji bo Efrînê dualî dileyîzin
10:20 Li Wanê qeza: 8 kes mirin, 2 birîndar bûn
10:19 Li dijî Weqfa Furkanê operasyon: Alparslan Kuytul binçav kirin
09:50 Der barê endamên TTB'ê de biryara binçavkirinê derxistin
09:36 Esnafên Wanê: Piştî şer dê qirîz biteqe
09:35 Ji înternetê hîn bû, jê re bû pîşe
09:34 Dêra li lûtkeya çiyayan tune dibe
09:33 Beştaş: AKP a ku guh da Îmraliyê tedbîra xwe girt
09:32 Rojnamevanên jin: Çapemeniya şer bi serketinên sanalî gel dixapîne
09:31 ‘Duh Cizîr, îro Efrîn...'
09:30 Li Girtîgeha Alanyayê karta nasnameyê tê ferzkirin
09:29 Hevserokê HDP'a Amedê: Wê kongre ji bo Tirkiyeyê bibe gaveke girîng
09:28 ‘Ger em nebin yek em ê nikaribin derkevin pêşberî mirovên xwe'
09:27 'Hedefnîşandana TTB'ê wê encamên talûke bi xwe re bîne'