EFRÎN - Berpirsiyarê Çapemeniya Tifaqa Netewî ya Demokratîk a Sûriyeyê Selam Husên, diyar kir ku ji bo xwe ji êrîşên Tirkiyeyê biparêzin sivîl xwe li tunel, şikeft û hêwirgehên binî erdê veşartine û wiha got: "Armanc rawestandina projeya Bakurê Sûriyeyê ye."
Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê yên li hemberî Efrînê didomin. Di van êrîşan de her diçe hejmara sivîlên ku dimirin zêde dibin. Bi taybetî jî ji ber êrîşên li ser navçeyên Cinderesê û Racoyê û gundên wan, gel ji neçarî hewl dide koçber bibe. Berpirsiyarê Çapemeniya Tifaqa Netewî ya Demokratîk a Sûriyeyê Selam Husên, got gelê li hemberî koçberiyê li ber xwe dide xwe di tunel, şikeft û hêwirgehên binî erdê de vedişêre. Husên, destnîşan kir ku hin gundiyên naxwazin werin navenda bajêr ji gund dernakevin û Tirkiye hewl dide ku avaniya demografîk biguherîne.
'CÎHAN TEMAŞE DIKE'
Husên ku got "tekane armanca wan rawestandina Projeya Bakurê Sûriyeya Demokratîk e" ev tişt gotin: "Hewldaneke ku ji bo komên oldar û tundraw herêmek bê avakirin. Tê xwestin Cerablûs, Efrîn, Ezez û Îdlîb ji Sûriyeyê bên veqetandin û hikmî van herêman bikin. Hemû cîhan jî vê rola kirêt a Tirkiyeyê temaşe dike."
Husên destnîşan kir ku Tirkiye bi çekên NATO û tangên alman li wan dide û wiha got: "Me nedîtiye ku Almanya li hemberî vê tewrekî cidî nîşan daye. Divê hikûmeta alman tewra xwe di ber çavan re derbas bike û demildest çekên xwe bi paş ve bikişîne. Em bang dikin; çekên we, tangên we sivîlan dikujin." Husên bang li gelên cîhanê û gelê kurd jî kir û got ew bawer dikin wê çalakî û xwepêşandanên mezin bandorker bin.
'TABÛRA ENTERNASYONAL LI EFRÎNÊ YE'
Rojnamevan Barzan Îso jî diyar kir ku bi awayekî aşkere tenê Tabûra Enternasyonal desteka kurdan dike û ji bo parastina Efrînê ji herêmên din ên Rojavayê jî bi awayekî zêde daxwaz hene. Îso, daxuyaniyên hêzên navnetewî yên bêlayan jî rexne kir û got heta niha ji bo astengkirina êrîşan tu hewldan xwe nedane der. Îso, diyar kir ku mînak Almanya ji bo çekên wê neyên bikaranîn dikaribû biryara mueyîdeyê bidana, lê belê daxuyaniyên lawaz bi kêrî tiştekî nayên.