MÊRDÎN– Li Mêrdînê amadekariyên kongreya HDP'ê ya dê di 11'ê Sibatê de bê lidarxistin li ber temambûnê ne. Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Sîncar, diyar kir ku ew ê bi sedan kesî tev li kongreyê bibin û wê ev kongre bibe bersiva zext êrûşên her diçe zêde dibin.
Li Mêrdîn û navçeyên wê jî amadekariyên ji bo Kongreya Mezin a Asayî ya 3'yemîn a HDP'ê ku dê di 11'ê Sibatê de li Eywana Sporê ya Arenayê ya Enqereyê bê lidarxitin didomin. Rêxistinên HDP'ê yên bajêr û navçeyan her roj li deverên cuda bi mirovên ji çand û baweriyên cuda re tên gel hev û hewl didin ku bi sedan kesî tev li kongreyê bibin.
‘WÊ BIBE BERSIVA ÊRÎŞ Û ZEXTAN'
Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Alî Sîncar der barê xebatan de agahî dan û destnîşan kir ku wê beşdarbûyîn bibe bersiva êrîş û zextên ku di demên dawî de li ser partiya wan zêde bûne. Sîncar bi lêv kir ku ew ê li hemberî vê atmosfera neyînî bi hemû hêza xwe bitêkoşin û wiha got: "Ji bo bersivdayîna şert û mercên serdemê ji bo me zaf girîng e. Em dixwazin bi awayekî hêzdar tev li kongreyê bibin. Ji bo em bi awayekî hêzdar tev li kongreyê bibin xebatên me didomin."
Sîncar diyar kir ku hema bêje wan li hemû navçeyan tevî rêveber û parlementerên bajêr gel agahdar kiriye û wiha axivî: "Li qadên ku em lê dixebitin bi dorpêçkirineke ewlehiyî re rû bi rû dimînin. Dixwazin çewisandineke derûnî bidin der û gel bi paş ve bikişînin. Lê belê helwesta erênî ya gelê me hêviyê dide me."
Sîncar destnîşan kir ku kongre ji bo hemû gelan cihê hêviyê te û wiha bang kir: "Hemû qadên me yên jiyanê hatine dagirkirin. Li hemberî vê pêngavek divê. Hebûna parêzvanên jiyana demokratîk, pirdengî û azadîxwaz a li gel me, em kêfxweş dike. Em hemû welatiyên ku dixwazin destekê bidin û pêşniyarên wan hene vedixwînin kongreyê."