EDENE - Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tûral diyar kir ku ew ê herî kêm hezar û 500 kes ji Edeneyê tev li Kongreya HDP'ê ya li Enqereyê bibin û wiha got: "Em ê bi daxwaza aştiyê ji Edeneyê biçin Arenaya li Enqereyê."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê di 11'ê Sibatê de li Eywana Sporê ya Arena ya Enqereyê Kongreya Mezin a Asayî ya 3'yemîn li dar bixe. Di çarçoveya kongreyê de HDP'î li hemû bajaran bênavber dixebitin û seferber bûne. Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê jî kuçe bi kuçe, mal bi mal, derî bi derî xebatên têkildarî kongreyê bi rê ve dibe û hewl dide herî kêm hezar û 500 kes tev li kongreyê bibin.
Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Gulseren Tûral, diyar kir ku ew bi awayekî komî li taxên bajêr digerin û xebatan bi rê ve dibin û tevî civînên li taxan, wan pankartên mezin jî amade kirine û ew ê li taxan daliqînin. Tûral diyar kir ku ew rû bi rû serdana malan dikin û ew ê bi konvoyeke 25 wesayîtî ji Edeneyê tev li kongreyê bibin. Tûral bi lêv kir ku ew hewl didin xwe bigihînin hemû derdoran û ew ê di kongreyê de ji bo aştiyê biqîrin.
'WÊ JIN LI ARENAYÊ JI BO AŞTIYÊ BIQÎRIN'
Tûral ku got "Em mecbûr bûn ku guh bidin hemû daxwaz û xwestekên dildarên HDP'ê" diyar kir ku wan ev daxwaz û xwestek wek raporan amade kirine û di konferansên heremê de ragihandine navenda giştî. Tûral destnîşan kir ku ji bo kongreyê heycaneke mezin heye û ev tişt gotin: "Gel çûyîna Enqereyê wek hêviya aştiyê dibînin. Bi taybetî jî jin pir dixwazin tev lê bibin. Wê jin ji Edeneyê bên û ji bo aştiyê biqîrin. Em hewl didin ji sedî 60 jin ji Edeneyê tev li kongreyê bibin."
Rêvebera HDP'ê ya Edeneyê Sever Ûzûn jî diyar kir ku bi taybetî di pêvajoyên dawî de şidet, taciz û êrîşên li dijî jinan zêde bûne û her wiha bertekên li dijî van kirinan jî zêde bûne. Ûzûn wiha got: "Jin dibêjin ew ê li hemberî çewisandinan û zextan serî netewînin û ew ê bi hêza jinan ji derheqî wan derkevin. Wê jin bi daxwaza ji bo aştiyê ji Edeneyê biçin Arenaya Enqereyê."