STENBOL - Seroka Giştî ya TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, destnîşan kir ku hîn birînên darbeya 1980'yî necebirîne, lê belê nêvenga aloziyî ya niha bûye cihê birînên hîn kûrtir. Fîncanci got bi vî awayî civakeke ku kirin û gotinên otorîteyê lêpirsîn nake tê avakirin.
Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci polîtîkayên tên sepandin, Rewşa Awarte û şert û mercên şer ên her diçe kûrtir dibin nirxand. Fîncanci diyar kir ku Tirkiye bi salan bi Rewşa Awarte, rejîmên rêveberiya awarte û darbeyan hatiye terbiyekirin, lê belê şert û mercên niha ji yên berê girantir in. Fîncanci bi lêv kir ku li welat atmosfereke "tirsê" tê afirandin û bi awayekî zaf zêde derfetên jiyan û xebatê yên mirovan tên binpêkirin û desteserkirina destkeftiyên di warê mafên mirovan de zêde ye.
'ATMOSFERA TIRSÊ ŞER KÛRTIR KIR'
Fîncanci diyar kir ku hema bêje hemû derdorên civakê bi binpêkirinên mafan re rû bi rû mane û mirov di warê belgekirina van binpêkirinên mafan û parvekirina bi raya civakî re bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Fîncanci got sedema vê ya sereke jî fikra bila tiştên hîn xerabtir neyên serê wan e. Fîncanci wiha domand: "Bêdengiyek xwe li civakê rapêça ye. Bi taybetî jî piştî şerê li dijî Efrînê dest pê kir ev atmosfera tirsê kûrtir bû û ber bi pêvajoyeke hîn tarîtir ve diçe. Hemû parêzvanên mafên mirovan, sazî û dezgehên ku şer rexne dikin û aştiyê diparêzin bi êrîşên gelekî cidî re rû bi rû ne."
Fîncanci wek sedema vê nêvengê jî balê kişand ser darazê.
Fîncanci ku got "Tarîtiya 12 îlonê jî di nav de, di demên berê de kêm be jî darzeke ku mirov bêhna xwe bistîne hebû, lê belê niha ev mekanîzmaya daraza serbixwe bi temamî ji holê hatiye rakirin" diyar kir ku dema Serokomar Erdogan mirovan, saziyan wek "terorîst" lanse dike, daraz demildest dikeve dewrê û lêpirsînan dest pê dike, dest bi binçavkirin û girtinan dike. Fîncanci diyar kir ku her wiha îktîdar di civakê de berberîbûnê jî zêde dike û bi taybetî jî li ser medyaya civakî kampanyayên berberîbûn û reşkirinê zêde belav dike.
Fîncanci got di warê xwegihandina agahiyên rast jî zehmet bûye û ev tişt gotin: "Çapemeniya berbelav bi tu awayî rastiyan bi raya giştî re parve nake. Mafê me yê heqîqetê ji holê hatiye rakirin. Mirov ji ber van şert û mercên giran agir bi bedena xwe dixin, lê çapemeniya berbelav li hemberî vê xwe li nedîtiyê datîne."
‘PEYWIR DIKEVE SER MILÊ ME HEMÛYAN'
Fîncanci destnîşan kir ku hîn birînên darbeya 1980'yî necebirîne, lê belê nêvenga aloziyî ya niha bûye cihê birînên hîn kûrtir. Fîncanci wiha domand: "Hîn vê birînê xwe nepêçaye, lê îro zehmet e ku mirov nêviyê birînên niha jî bipêçe. Ji bo birîn demildest bên pêçandin peywir dikeve ser milê me hemûyan. Çimkî ev tirs û xwekişandina qalik şikil dide hemû civakê. Civakeke ku kirin û gotinên otorîteyê lêpirsîn nake tê avakirin. Her wiha sazî jî zaf zirar dîtine. Selihandina daraz, perwredehî, tenduristiyê wê pir zehmet be. Vîna me ya jiyana bi hev re hejiyaye. Selihandina vê pêkan e, tam nebawer im. Yanî demeke zor li benda me ye. Lê divê ev zehmetî me netepisînin. Çimkî em jî mînakên welatên cîhanê jî dizanin ku pêvajoyên erênî xwe dane der. A girîng e ew e ku mirov nêvenga jiyaneke mirovane peyda bike."
Fîncanci balê kişand ser binçavkirina rêveberên Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û destnîşan kir ku ev operasyon bi temamî ji bo tirsandin û tepisandinê ye. Fîncanci diyar kir ku peyama 'Binihêrin em kê binçav dikin, kelemçe dikin û dibin' tê dayîn. Fîncaci got ku ev rewş rewşeke deraqilane ye. Fîncaci der barê ceribînên xwe yên dema 12'ê Îlonê û yên niha de wiha got: "Wê demê jî em bi zextan re rû bi rû diman, lê kes ji me jî nehat kelemçekirin."
'BIJÎŞK JIYANÊ DIPARÊZIN'
Fîncanci destnîşan kir ku di gelek serdeman de, TTB ji bo şerên li cîhanê dengê xwe bilind kiriye û li hemberî wan rawestiyaye. Fîncanci wiha domand: "Çimkî em bi jiyana mirovan re eleqedar dibin. Em ji bo jiyana mirovan hewl didin. Di xwezaya bijîşktiyê de parastina jiyanê heye." Fîncanci destnîşan ev tevgerîn dibêje bila tu kes li hemberî şer dernekeve û bi her awayî tevgerîneke ku tirsandinê ye.
MA / Bilal Seçkin