AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi hinceta li dijî operasyona Efrînê berteka xwe anî ziman 9 roj berê hat binçavkirin. Guven piştî 9 rojan di bin çavan de ma îro derxistin pêşberî dadgehê û hat girtin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 22'yê Çileyê de li Amedê li ber mala xwe hatibû binçavkirin, piştî kar û barên îfadeyê li Miduriyeta Polîsan a Amedê bi dawî bû, sewqî edliyeyê kirin. Guven xwest bi kurdî parastina xwe bike û got "Ez bi kurdî hêj baştir dikarim xwe biparêzim û ez dixwazim bi kurdî parastina xwe bikim" lê belê tevî ku wergervan hat jî dozger parastina Guven a bi kurdî red kir. Dozgerê ku îfadeya Guven negirt û xebatên di KCD'ê de, daxuyaniyên ku dane çapemeniyê hincet nîşan da û bi îdiaya "rêxistina çekdarî ava kiriye û rêveberiya wê kiriye", "propagandaya rêxistinê kiriye" û "gelk bi kîn û nefretê sor kiriye" bi daxwaza girtinê sewqî Dadgerê Cezayê Sulhê kir.
Guven, piştî sewqî dadgehê hat kirin, li dadgehê bi kurdî parastin kir. Guven piştî bi kurdî parastin kir, heyeta dadgehê der barê Guvenê de bi îdiaya "rêxistin ava kiriye û bi rê ve biriye" der barê wê de biryara girtinê da.