AGIRÎ - Hevserokê HDP'ê yê Agiriyêê ji ber parvekirinên medyaya civakî hat girtin.
Hevserokê HDP'ê yê Agiriyê Maşûk Arpaç û welatiyê bi navê Zeynel Abîdîn Çîftçî, ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî yên der barê êrîşên TSK-OSO'yên li hemberî Efrînê duh hatin binçavkirin. Piştî îfadeya li emniyetê Arpaç û Çîftçî sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozger bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" bi daxwaza girtinê Arpaç û Çîftçî sewqî dadgehê kir.
Arpaç û Çîftçî bi heman hincetê hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Agiriyê.