AGIRÎ - Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di navbera leşkerên TSK'ê û PKK'ê de şer derket. Di şer de leşkerekî jiyana xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû.
Li sînorê Gurbulak ê navçeya Bazîdê ya Agiriyê dema maşîna leşkerî ya Qereqola Şehit Piyade Er Haşim Turkoglu li dewriyê digeriya di navbera leşkerên TSK'ê û PKK'ê de şer derket. Di şer de leşrekek birîndar bû û leşkerekî jî jiyana xwe ji dest da. Leşrekê birîndar tevî hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Çawîşê pispor ê birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zaningeha Yuzuncu Yilê ya wanê.